Helbestvan

Helbest: Mehtap Hacialioğlu
Dilê Nezan
Weylo dilo çi hal e
Çima ewqas nezan e
Min ne cîh û ne war e
Li welatan belav me…
Dest ji wan kişand
Hemû Ereb û Balqan
Te ez tenê hiştim
Li ber rehma van Roman…
Dareke min tuneye
Li ber siyê rawestim
Dîroka xedar bîr bînim
Cîhanê pê bihesînim…
Qey te hay jê tuneye
Xorta canê xwe dan
Vegerandin dewr û dewran
Ji bo azadiya Kurdîstan…
Westiya me jî şîret
Min nehêle bê dewlet
Çi bikim ji demoqrasiya Tirka
Piştî ku nebim serbest
Helbest: seyrana celad
Bihar e, şaîr!
Qelemê li cem xwe hazir xweyî bike.
Te hew dît xumam kete guhêran,
Te hew dît çemên hemle hilşiyan,
Pêlan pertav kir nolî kihêlan
û “siyar”êd spî li ser hilqoşiyan.
Te hew dît şepeyê şeqal mehes kir,
Stû bi zinêr ve bû çalma çîl
Qulinga çîtê li esmên meqes kir,
Di gêlî de giriya roviyekî pîr.
Te hew dî refê reşêleyên dengbêj
Bi şirîtan ve bûn şeve-şirdan,
Li ser “mazmazk”a “Dibûrî” dirêj
Raçiya zincîra kerê şivan.
Te hew dît berxa kozan kir kalîn,
Dûyê pûş, pelaşan li ser gund bû ewr,
Te hew dît bîrde Gulperiya narîn
Ji te re keniya wek binefşa gewr.
Û dilê te jî te hew dît jîr-jîr
Stra nolî teyra torxe.
Ê olecax in, bihar e, şaîr!
Qelemê li cem xwe hazir xweyî bike.
Helbest: Mela Bedirxan
YEKÊ MIJDARÊ ….
Yekê mijdarê saz bû
Dilê me Kurda şa bû
Gelê me ser hilda bû
Li rojava meşiya bû
Mizgîna serhildan ê
Li nav gelên cihan ê
Xumîn kete Botan ê
Ronî da Kurdistan ê
Azînek nû wa ra bû
Her çar alî pê şa bû
Dîlan li ber gerya bû
Tola hezar salan bû
Raperîna wan rojan
Rabûn egît û şervan
Giredan çek û rextan
Der ketin ser ê çiyan
Reşandin bizrê tovan
Li deşt û gelî û zozan
Afirand wan jîn û jiyan
Boy warê bav û kalan
Hilda çek û rextên xwe
Jibo azadîya gelên xwe
Çûne ser dijminên xwe
Jibo bistînin mafê xwe
Şevek reş û pir tarî bû
Apê xelîl rêberê wan bû
Belên û soza wan bû
Rêzanê koma wan bû
Gava teqîn bi çek ket
Qîr û gazî bi neyar ket
Wek hovekî nû derket
Çav bi tolgirê xwe ket
Tirs xistin dilê neyar
Li wan heram kire war
Bûne hovên dîn û har
Şewitand gund û bajar
Hêzên rizgarîya Kurd
Wan ji nû ve li dar xist
Keç û xortê Kurdistan
Wan li dorê dîlan girt
Helbest: Dilan Maku
GER DİNÊ TEV DA BÊ XAR!
Êdî me ,ji we nemaye bawerî,
Em nakevin tora we parî parî,
Lorîn û axê dayîka giran in,
Em êşê xwe bi we ra nakin gorî,
Walatê min hemû birîn û jane,
Xeber dide dîroka pîr û zane,
Rê nade tirko erab û moxila ,
Warê şêr lehinga ,dilbera xane,
Hêvîme,dibişkivin tovê gula,
Omîd û bawerî ye li ser dila,
Em dilê xwe nadin rovî û gura
Vaye tê mizgînîya hezar sala,
Seranser girtîye tev xalxaloke,
Benda wê rojêne ,ser da tê roke,
Em roja xwe nadin erab tirk faris,
Rêbere me danîye nû dîroke,
Kes me nexapîne bi navê dever,
Ezê vexum avêk bi ava kewser,
Bir nakim kulê te welat bi hewar,
Em te nadin, ger dinê tev da bê xar ,
helbest: Bişar Baran
KURD Ê PENABER İM
Min got ez xwe me ne ji we me
Her roj kuştî yê destê we me
Ji ber zilm û zordarî ya we
Ji ser av û axa xwe revîya me
Ji irz û eyanê xwe qetîya me
Hêsîr û perîşanim li sûka me
Ne cih û ware, ez li derva me
Bo parîkî nan li ber derîya me
Ji milet û axa xwe dûr ma me
Ez bê ziman û Welat ma me
Xerîbim ji evînê bê par ma me
Bi hesreta heval û hogira me
Helbest: Ejder iso
EVÎN Û PAT A JI LÊVAN
Evîn û pat a ji lêvan
mêweyan ji darên sêvan
Di hevrînê de kûrnûşe
vedeng awaza ber çavan
Xweda çak û alîkar be
jêr bipara geş bi mêvan
Çavên direş ne jêr kile
Li ebrûwan rengên kilan
Sirud ji evîna yarê
geşbînî da hestiyaran
Têbînîk ji wê biryarê
hestê peyvan hinas yaran
De bîne ji xwere derhûd
nemîn li çol û beyaran
Ma kî dizanin em kînin
bedewîna bi zaneyaran
Xewzane ji Xweda zane
zîrek be kî bimîn arzan
De dirêdana Xwedê de
bi hertiştî erê dizan
Bê şêwirdana pîra be
Ti naghêje li cem mîran
Zana ji xwe ew zanaye
Di samanan ne yê hesan
Helbest: Şevger çolo
KUL
Dijmin li dor me xelek in
Kulê dilê me gelek in
Çima ji cih tu ranabê
Birînê me reşbelek in
Deka rab em dergeh vekin
Kêmasiya ji xwer nekin
J’bê tifaqî kes şanabê
Li ba dijmin em tev yekin
Ev hezar û çend sedsale
Bo azadî xort bun pale
Çi bawerî me pê dabê
Dilê dayka nale nale
Sînor li dor me rêsane
Ev ne karekî hêsane
Divê îro j’xewê rabê
Ra ji dilê me kêşane
Der û dorê me tucar in
Qet ne rastin em bi barin
Heta kengî dewrê habê
Ger em yekbin ew nikarin
Helbest: omer Şehabedin
Evîna xapînok
Min gelek gelek ji te hezkir
Te ez gelek gelek êşandim
Min navê te di dilde kola
Bi simbek û mîxên ji pola
Min bawer kir ji soza te da
Min dilê reben kir hêlîna
Evîna te te bi pîlana
Berê min da dav û melesa
Mala te hezar car ne ava
Hê ez sax te gora min kola
Te da du Pera qirêja desta
Te hezkirin ber bayê berda
Te dil kir hêlîna kul derda
Te berê min da koçika dîna
Keçê ew bû bext soza te da
Te xencer derzika piştê da
Helbest/Tuncer Taştan
SARÊ
Bes şîyar be Sar’ê
Mal wéran dil saré
Çend sal bihurîn salé
Tu hé’j venegerîyî Şaré
Bawerî anî te ewané doré
Tîra eşqé herikî çû torê
Qesirî dil bi kul û xem a
Herikî ji wek rûbar çem a
Béje çima tu nayê Sar’é?
Ev çi naz û rik e dil sarê
Qanî nabî dil te kevir lat e
Bêje ev çi eks û xelet e?
Bêje çîye tawan xelet î
Bûyî birûsk dilê min ketî
Bi Şaré eşq evîn a vî dil î
Çima dinale bi dil kul î ?
Qada Şaré dil evîné
Vik vala maye bi kînê
Ji ezeba te dil perîtî
Té de nebişkivî pereng
Û kulîlkên şox û şeng
Béje çima Sar’é?
Çima bûyî neyaré Şaré
Şaré dil béhévî vemirî
War jé bû şorax reştarî
Bahoza zivistané min barî
Hévîme ku tu min vegerî
Welaté biyanî bi namekî
Ré bikim ji te yek silavekî
Helbest/ Ejder iso
ZIMAN RÊZANE
– Zimanê kurdî rêzan e
hinas ji dayka ciwan e.
– Nasnama dilê rawan e
kultûr di ramanê can e.
– Ev zimanê şêrîn û naz
Gelek buha ne arzan e.
– Li azmanên welatê me
xwendin bi ronhî derman e.
– Bi xwendinê pêş ve cûne
ziman buha û pir zan e.
– Erê nezan bibe zane
qad fireye zor ciwan e.
– Xwendin fireha sewdane
bi şanan re da evsan e.
– Zaneyar û bi her tiştî
çimkin îdî pêtî dan e.
– Rewşa civakê jêr saze
vîn di sewdan de raman e.
– Pênasiya min û teye
Keleha şêr û mêran e.
– Bi derdorê qada zana
ronî dide were can e.
– Rê û rewak bi jînê re
rûbar ji ava seqlan e.
Helbest/ wehiba isa
KOMA DEWLETA
Koma dewleta em perîşanin .
Li me qulpî ye dem û dewranin .
Îro em mane linav nigane !
Koma dewleta em bê gûmanin .
Gelê cîhanê miletê kurdin .
Ji berî zaynê em şêr û merdin ?
Em pir mêrxasin û tim lewendin .
Îro em bûne ji xelkê re erdin !
Ne Tirk û Ereb ne ecem hebû .
Em kurd tenê li ser hêlaxwe bû .
Şivan û Gavan bûn j’mer Kolebu .
Îro bûne sermiyanê mebû .
Em dil şewatin ku bibin Komar .
Navê me dîsa ew bibe tomar ?
Ji welat bişon qirêj û gemar .
Ala xwe hildin li her deşt û zinar .
.
Dijmin em kuştin em enfalkirin .
Serî û pême ji laş jèkirin .
Li sîng û canê bêrîk çêkirin .
Eman û eman ax felek eman .
Dostê me kurda li dunyê neman ?
Îro dûlaba me çep geriya ye
Her kes mafê wan l’ dunyê xuyaye
J’ belî ê Kurda tenê wenda ye
Ax eman eman felek û zeman
Îro kurd mane pezê bê şivan .
J’ me dizîne nasname û ziman .
Ne çand û kûltûr ne kesê rêzan .
Em bûn benîştê l’nav dev û diran ?
Bi me dikenin zana û nizan !
Eman û eman ax felek eman .
Em bûne derdê lê nayê derman .
Helbest/ Dilan Maku
WERİN Vê DÎLANÊ,
Serî rake dadê ,
Tofan tê ser erdê ,
Erd û esman derdê,
Bernedin govendê ,
Mêzeke kurdustan,
Tev bûye bablîstan,
Ser me da tê qûmstan,
Nervin vê govendê,
Her kes bûye hosta,
Çi awaz çi rista ,
Nav dil tê helbesta,
Werin vê govendê,
Bese xewn xeyala ,
D’kujin kar xezala ,
Rakin şûr mertala,
Germkin vê govendê,
Mîna Rüstemê zal,
Bimeşin rê zelal ,
Ne tenê gale-gal ,
Kermkin vê govendê,
Şer hatîye malê,
Ber qadê û xalê,
Dest davêjin alê,
Geşkin vê govendê,
Sîng baxçê bi kulin,
Çi mirov ç’ bilbil in,
L’dixin derbê şilin ,
Bigirin govendê ,
Dîrok û warê me,
Zerî esmerê me,
Şal û şapikê me,
Werin vê govendê,
هه‌لبه‌ست / خورشید توفیق باكۆزی
نە درەنگە ..  
بێ هیڤی نەبە
نە نەبێژەمن دەم ئێڤارە  
پورامن یاسپی کەڤییە و 
دلێ من یێ بهوژییە
دەم درەنگەو
سینگێ من ژعشقێ ڤاڵابوو ..
بێ هیڤی نەبە نە عشق چوجاران پیرنابیت .
ئاریاناوێ هندی دگەهێن دلی دابیت   
(زولەیخایێ) چەند ئازارو
دەردو خەم و کوڤان دیتن ..
( یوسف) هەردناڤ دلی دابوو …
نە بێژە من دەم ئێڤارە ..
عشق تیژکا ژیانێ یە فەلسەفا عشقێ بێ دەمە ..
ژکەلەژان و ژئاخ و ئوخان بێ زارنابیت
جارەکادن  بجان دکەڤیت و خۆ نوودکەتن  ..
نەبێژە من تە ئەزهێلام  
من هەرتودڤێی
ل پیراتیێ ژی ئەز هەرئەڤیندارێ تەمە و
رۆژا عشقێ هەریا گەشەو
ل پەراڤا دەریا دلێ من ئاڤانابیت  …           
ئاڤا نابیت …
هه‌لبه‌ست / حسن مزيرى
عــەمــرێ منـو تــە چــو نارین
هـێـش ئــەزوتـو ئـەڤین دارین
دێ بــــزڤـــرە مـــانـــە بـــەسە
نـێ ئەم هـەردوو ژدل نـالـیــن
 
بــریـــن دارێ دیـتـنـا تـــەمـــە
یـێ دورم ئـەز نــە بــەرزە مـە
ســوزا مـن دای ژبیر نــا ڪەم
هــەردەم یـارێ دوستا خـومـە
 
هـــەر دهــــزا مـنـدا گـــــەشی
ستـێـرا ل ئـــەسـمانــێ رەشی
دیـراتی مـە ژێـڪ ڤـەناڪەت
تو هەر ئەو گولا بهێن خـوشی
 
خــوشـی ئـەوە ل دەفتە ریـنم
دەستا ل نـاف دەستا بـشدینم
بـگە هـین ئـێڪ جـارە ڪـادی
بـەژنـا زەریـا خـوب خـە ملینم
هه‌لبه‌ست / رزگار محمد ئه‌مین
…………………….. ( ساقی ) ………………………
وەرە ســاقـی دیـسـان شــەوە کــۆڵـێـکی غـەمـم پێیە
دەمـەوێ مـن ئـاسـودەبم ســاتـێ لـەم کـونـج و جێیە
هـی ســەردەمـانم بـۆ تـێـکـە سـەردەم کـە نـا بەجێیە
مەست و پـەستم تێیـکە ئیمشەو هـەتا لە بــادە جێیە
 
بـە عـیلمی طـوب وا طەبیبان مـەنعی خـەیاڵم ئەکەن
لای ئـەوان خـۆ نـاساغی یە بـە نا ساغ سەیرم ئەکەن
شـیفـاخـانـە یـان مـەیـخـانـە کـامەتان چـارەم ئەکەن
یــەک دەوایـە ئـەگـەر وایـە بـۆ فـەقـێ کوفرم ئەکەن
 
مـەقـامی ژیـن لەم دونیایە صەدای ڕسـتە یان بەیات
شیرین ڕوحی ئەم زەمەنە چووە بە شەکرەی حەیات
لـە دڵ ئـەحـیاء گـەر بـپرسی چەشتوتە تـامی مەمات
تـێـکڕا ئـەڵـێن لـە خـوداوە مـەگەر بـۆمان بـێ سەبات
 
چـی چـەرخـێـکە بـەدەوری مــن دایــم ئـەخـولێتەوە
هـــەر جــــارە و بـــە داخــێـکی تر زامــم ئەکولێتەوە
نـــازانـم مــەقـتـولی کــێ بـم کــێ نـــاوم ئەسڕێتەوە
لە کام درگاھ خوێنی جەستەم ئەچۆڕێ و ئەتوێتەوە
هه‌لبه‌ست / لزگین گراڤى
ـــ پـەیامـەڪا بریندار ـــ
دناڤ جەرگێ وەلاتەکێ
شەقام و کولان
ژ ڕەنگێن ژیانێ دزیزو کیڤینە .
سنورەک . . توخیبەک
دانابوون ل دورێن شاهنازەکێ
ب خەمل و کەزیڤە
ژێر دەستە و بنالینڤە
ب دوو چاڤێن گریڤە .
ژمێژ وەرە من دڤیا . .
وی وەلاتی پێناس بکم
ژ خوەرێ گەلەری و . .
ژدیڕۆکەکا گەڤنار
لێ ئەڤڕۆ . . بەلێ ئەڤڕۆ
ئەز دبینم ژ هەمی
هزرو بیرەوەرییان . .
مەست و بێ زار دمینم
پەیڤێن ب ڕامانڤە
بێ هش و بێ سەودا دئینم
هەر ئەڤڕۆ مرنا
وی وەلاتی . .
ل مانشێت و سەردێران دخوینم
لێ نزانم بۆچی . .
گۆتنان بن بڕ دکن
هەناسان ڕادگرن
زمـانـان دبــڕن .
ئەژی سەرێ خوە دئێشینم
پەیاما بریندار دگەهینم .
موسلم ئه‌تروشى
ئەز تێهنێ عەشقەکێ مە
ئەو ژی یا بێ ئاگەهە
هەر شەڤ یا د خەیالا من
د خەیالاخو دا وێ هەمبێزکەم
ئەز دزانم جادە و کولانێت
ڤی باژێری وەکی من خەریبت دیتنا وێ نە
هەمی تشتان دارو بەران
کەڤرو چییان وان ژی ڤیت
وێ ببنن
گەلەک یێ ژێ خەریب بوم
نەچاڤێت وێ ژبەر چاڤێت من
بەرزەبن
نە ژی ناڤێ وێ ژ دل و مێشکێ من تێتەدەر
ئەز نزانم جادە کولانیت ڤی باژیری
ژ خەریبیا وێ چەوا روژیت خو بو رینن
باوەرکەن هەر ئێک ژ هەوە
دیتبا نوکە کا چەندا جوان بو
جەندا نازک و رند بو
دانوکە من گەهیت
کا بوجی ئەز بەسنا وێ کەم
باوەربکەن نوکە ئەو دەیکە
ئەز ژی باب
بەلێ نە ئەز بمە باب بو زاروکێن وێ
نە ئەو بیتە دەێک بو زاروکێن من
ئەوێ گەنچا تیا من بخو بر
 
و گەنچاتیا خو ژی دا ئێکێ دی
ئەوا ئەز بەسناوێ کەم
هەرشەڤ هیزا وی کەم
ناڤێ وێ بێ دوودلی دگەل پەیڤێن خو دووبارەم
هایش من نینە
ریزو ڤیان بو خاندەڤانا هیڤیدکەم دلێ هەوە بیت
ئه‌نوه‌ر دوله‌مه‌رى
سەد مخابن کوو خــەیال بـــێ سەمەرمان
خــۆزییێت مـــە وەکــی دارا بـــێ بـەرمان
یێت عەمرێ خۆ کــریــە گـوری ڤـــی واری
دنــاڤ دەردا بــێ چــارە ئوو مــەفــەرمـان
نەحەق چۆنە سەر حـازریێ بـێ زەحمــەت
لەوڕا دلــسۆز بێ هەژمار قور ب ســەرمان
ب لــــەز ڕابـــــن چـارەســەر کەن بــــریـنا
پاش درەنگە کـــوو مـــری بێ ڤـــەگـەڕمان
د هـەوارا کەسێت خـــوهـ و خــوین ڕێـتی
هەڕن چونکی هەر ئـەو سۆتی جەگــەرمان
بەس بن گۆڕ کــەن هیڤییا ب شەڤ و ڕۆژ
خـزمەتکارێت ڤــێ خاکــێ دەر ب دەرمـان
گولـێت بــاغــێ ژییـــانا مــە هشــک بوون
بلبلــێت مـــە بێ عـەشق بال ئوو پــەڕمان
د ناڤ تاریا هــزرێت خــەلکێ دل گـــــەمار
ئەم وندا بووین مە نە شەمـع و فـەنەرمان
کوو نــەڕابــن ژ ڤێ خـــەوا غــــەفلـــــەتێ
زەرمــەندین گـــەر نـە زێـڕ و گـــەوهەرمان
دەخیلم ئەز بـــــێ حســاب وەک شێرۆکی
مەنـە ڕۆژ و شــەمـــال و نــــە قەمەرمـان
24/3/2024
 
WEHÎBA ÎSA
HATIN
Hatin ji deverên. dûr .
Hilgirtin xencer û şûr .
Li ser kurda kirin şor .
Kuştin can çand û tor .
Hatin kesê bej û bor .
Gumgumokê bin tehta
Hovê çiya û Şikefta
Ketin sera û. ser texta
Nadin jîn ê û bexta
Ew dijminin her wexta
Hatin qinbil. û kulî .
Hatin Marê duserî .
Vedane mal û derî.
Dikine tiştê belî.
Dixsok duxm û gemar .
Tûpişik û mar şarmar.
Kuştin e naz û nazdar .
L’ Efrain kuştin buhar .
J’ kurda re nabin bira
Ev Çêlîk Hirç û Gura .
Dilqitran û komra.
Kujerê bav û bira .
We Efrain daye hedî !
Çima lê nabin xwedî. ? !
Talan û Kuştin nedî !
Kujer lê dibin kedî !
Kurd qirkirin bisedî .
Ya wê bimrin ebedî ?
J’ bo Efrîn bigrin biryar .
Ji wê bişon ev gemar .
Ker û lal nebin bê zar .
J’ kurda re nebin eyb ar.
 14 _ 3 _ 2024
Seyran Celad
ÎJAR ÇI ?
Îjar çi wekî ? dilketî dûre,
Dişxule dil da çira û nûre,
Hezkirina rast çîya nanhêre,
Huba bi hesret gurre û kûre.
Îjar çi wekî ? dest min negirtye,
Dêmê fenerî tû car nedîtye,
Niqo nebûye zerya çevan da,
Nabîne evîn kênar derketye.
Îjar çi wekî ? yek car maç nekir,
Baharê tevî qulinga rêkir,
Herdem vedgerin xebera tînin,
Hêlîna hestan me wisa çêkir.
Îjar çi ? çawa bayê bawaşîn,
Bibûy rêwî yê ezmanê hêşîn,
Xalifand fikir, hiş û sewda ser,
Wek pelê darê giyan kir xişîn.
Îjar çi wekî ? bi hêvî guman,
Bendewar mane çend sal û zeman,
Vê cûrê dijîn, digrîn dikenin,
Qeder me dûrxe ji kul û xeman.
Îjar çi wekî ? sîngê zozanî,
Nebû ji te ra warê seyranî,
Bi bêhn û boxsê tîbûn neşkênand,
Lîstika hîsê nekir heyranî.
Îjar çi ? lêvên hingivîne sor,
Nedan ramûsan bi deqim û mor,
Wek gezo şîrîn, mijmijke evîn,
Qepeçe dike bi rehîşk û tor.
Lehengê dilêm yê roj û şevê,
Diteîse geş dişibe tevê…
Helbestvan
Bişar Baran
Ziman hêze ziman rêze
Bi gulî û şaxe pel davêje
Em bi ziman bi rûmetin
Yê b’zimanê xwe ne axive
Ew bê zar û bê ziman e
Ji Zimanê xwe fedî neke
Xwe fêrî Zimanê xwe ke
Ziman netewa jîn dike
Ziman cewherê te ye
Zimanê xwe hilbijêre
Ew nirx û nasname ye
Hebûna netewa me ye
Tifaq û yekbûna me ye
هه‌لبه‌ستڤان
مەردان هەرنی
ـــ یا مە ڤییای قەت نەهات ـــ
درەویـنــا وەریـسـێـت وان درێــژ بوون
ڕاسـتـی بـێــژا خەلکی پشتـا خۆ دایـێ
نـاخ و دەروون ب گەمار و قڕێــژ بوون
ئـاخ ل ئـەڤـێ ئـێـش و دەرد و بـەڵایـێ
ب ســـــــاڵا مـە کــرن بـــزاڤ و خەبات
داییڪێـن ڪورد ب ئاخینڪا نان دپات
یا مە ڤییای قەت نەهات و قەت نەهات
کەفـتینە بـەر پـێـلـێـن بـرس و خەلایـێ
تـەمـاعکارا ئـەم یێت بـێ بـەهــــر کری
وان ژیــنــا مـە یـا پـــڕی قـەهـــــر کری
بـریـنـدار بووین ب تـیـرێـن ژەهــر کری
ڤــان بـریــنــا چ دەرمــانـەک لـێ نـایـێ
دێ هەر میـنـیـن ل سەر سۆز و قەرارێ
هەتا مرنێ ئـەم دێ ڪێـشــیـن هەدارێ
نــزم نـاڪەیـن دەنگێ بانگ و ڪەبارێ
مـە پـەیـمــانـە هـەتـا ڕۆژا دویـمــــایـێ
Helbestvan
Dilan Maku
ZIMANÊ MİN KEVNARE!!
Çi nazin kurdê xîret , Bi te şan û şanazin,
Çi hêzin kurdê rûmet,Bi te deng û awazin,
Mîna şîrê dayîkê, helal zimanê zikmakê,
Wek du’a yê dayîkê ,biqebile tev rokê,
Çi heyîbet û renge , Alem ber bûye tenge,
Çiqas kûr û girînge, Mîna taca heft renge,
Zimanekî kevnare, pir hurmet û rêzdare,
Kurmanc zaza û lore,soran hewram bi têre,
Zar û zimanê çîya, Silav da ji hemîya,
Walidî ji perîya , koka wê ji xweda ya
Roja Zimanê dayîkê me hemîya pîroz be….
Helbestvan
Dayika Raman
Digotin tû wek hesinî
Dil ji pola xurte jinî
Tu bê gilî bê gazinî
Lê mixabin ev tişt tune!
Kul û derdan ez pîr kirim
Ji kurdistan ez dûr kirim
Wek zarokan bê şîr kirim
Ez dîl û hem hêsîr kirin
Bûme gula ber bahozê
Wek kulîlka di bin tozê
Ji hêviyan ez bê parim
Gelek dûrim ji her dozê
Ez bûm çemekî bê delav
Bûme zeviyê bê xunav
Deryak kûrim mame bê av
Warekî wêran mame nav.
Seyran Celad
EZE DÎNIM
Eze dînim, dîneke har,
Bûm qerewil û bendewar,
Çevên belek rê qerimîn,
Kasa hubê min jî vexwar.
Eze dînim û evsane,
Dil disoje û dijane,
Agir, alav lê alyaye,
Antêx gurre bû volqane.
Eze dînim, kerr û gêjim,
Teyredara sur dibêjim,
Îtbar tînim li xezayê,
Kul û keser ber dirêjim.
Eze dînim û evîndar,
Dêm bi kenim, ruh va xemdar,
Evîna me paqij, zelal,
Destanada bibe navdar.
Eze dînim ketim besta,
Azadî da hîs û hesta,
Ji bo derdê hîlaşê xwe,
Dihûnim şeir û helbesta.
Yeke dîne û aqile,
Wijdan ronî û adile,
Ji wê îşiq diefûre,
Hubra pênûs dest û mile.
Navê dînê Yey, Seyrane,
Ew maşoqa Kurdistane,
Eşqa xwe ra firnax dibe,
Maye benda du yarane.
Fatima Ehmed
LI TE DIGERIM NABÎNIM
Ji dil dibêjim ez êdî westiyam
Nikarim li te bigerim
Ma te navê xwe bi hemû
Nivîskar û helbestvana ra gotiye
Her kes te nas dike
Ma te bi wan çavan li her kesî nihêrî ye
Ka ji kerema xwe ra bibêje
Çima her kes te nas dikin
Rengê çavên te dinivîsînin
Rûyê te di rist û helbestên xwe da rêz dikin
Bedewîya te medh didin
Lê ku çiqas medh û pesna te didin jî
Bawer bike kes nikare
Pesna xweşikiya te vebêje
Ji ber ku tîp û peyvên tu zimanî pê nakin
Pênûsvanên herî bi hûner jî eciz dibin
Nikare binivîsînin reng û rûyê te
Min ji te ra got gul.. gul hişk bûn
Min got beybûn.. beybûn çilmisîn
Min got nêrgiz.. nêrgiz zer bûn
Bawer bike li vê dinyayê tu tişt
Naşibe bedewîya te
Ez roj bi roj li te digerim
Di nav hemû bedewîyan da nabînim
Ez êdî gelekî westiyam bizan
H.EKREM OMERÎ
Keçê ez ji te naqerim
Ji ber evîna te mirim
Bi salan li hêviya te me
Nikarim dûrî te herim
&&&&
Bayê evînê ez birim
Kaş û newalan werkirim
Pir giran e evîna te
Ez bê hiş û sewdan kirim
&&&&
Ez pir xewna te dibînim
Bi roj û şev biaxîn im
Ez jî birim kul û xema
Ji bona te dilxemgîn im
&&&&
Nema bê te ez hew karim
Ji bona te ez dildar im
Bi ku de herim nizanim ez
Yarê ji te hêvîdar im
&&&&
 
 
Hasan Kordede
Felek derî girt li min?
Şêst sal borî min derbas kir
Temen zû çû pê xelas kir
Heta ku min ew yar nas kir
Felek derî zû girt li min..
Doşeg bi min tev bû dirrî
Nikam rûnim li ser hirî
Va bi xwe tên hêstir girî
Lê wê derfet girt ji dest min..
Xanî maxek ji kelpîça
Çûm sibîka pêlepûça
Rastî ya jîn wek qalûça
Tê gihîştim çong neman min..
Yara min ew yek babete
Name min da yek kaxete
Navê xuda silawete
Şahî ya wê dane dijmin..
Xweşî ya wê nedî carek
Hew ji min re bibû barek
Kul û derdan hilgirt parek
Va çûn gorê ew tevî min..
Ger vîna te ne’j xweda bî
Tu car bi yar tu ne şabî
Wê her binbarê kulabî
Tu vê yekê bigir ji min..
Vîna resen ji xweda tê
Ne’j dolar û xiniska tê
Ji rastî û hev rêza tê
Ne ku bibî kolê dijmin..
Derîk pirbûn ber min yarê
Nizam kîjan ber te darê
Tê neghîştim ez vê carê
Hate girtin hicran li min..
Hicrana reş dor pêç kirî
Ket devê gur dûvik terî
Peza pîr ma li dûv kerî
Gur nema dixun goştê min..
Goştê min tev bû lerzeke
Gur nexar jê qey gezeke
Çûn kaviran xweş mezeke
Hawar felek kenî bi min..
Keç û bûkan nas dikirim
Bi tilîkan şan dikirim
Min dizanî ku bimirim
Lê pîrî tew nat bîra min..
16/02/2024-Serzorî
 
 
 
 
mizgîn xelîl
Î$EV
îsev $eva min û te ye
çavê min li riya te ye
me soz dabû bi yek maçê
rihê dildar ji te re ye
îsev were lezke were
ji kêfa dev kef li ser e
razî nabim bi yek maçê
çavê min li sêvê zer e
du sêv zerê memik xurmê
destûr bide îşev hermê
dev û lêv û hemî fêkî
pîroz bike ya bigihmê
îşev şeva gera aş e
Şîva me têde tewaş e
zê winda bim di bejnê de
di newala û di kaş e
î$ev bingeha şeva ye
pozê me têde hilda ye
kêfa xwe nadim tu kesî
dûvê simbêl me badaye
kerba dil dişkînim îşev
qet nabînî felat û rev
tîr û kevan ji agir in
seranser tu nîşanî tev
ala spî qed na hildim
tu jî bêje gelek merdim
eva deh sal li bendê me
ji wê rojê ve bi derdim
heger bejnê talan nekim
muhrê li la$ sed car ne xim
bêje Mizgîn belengazo
sed car xwelî serê te kim
Heyder Xelil
Hezkirina welatê me
Ez bi hest ji te hez dikim ji ber ku hest zimanê giyanê
Ez bê deng ji te hez dikim ji ber ku bêdengî zimanê hişe
Ez bi pistepistê ji te hez dikim ji ber ku pistînê zimanê dile
Ez bi ken ji te hez dikim ji ber ku ken zimanê lêvan e
Ez bi girî ji te hez dikim ji ber ku hêsir zimanê çavan e
Di bêdengiyê de ji te hez dikim ji ber ku bêdengî zimanê şevê ye
Di havînê de ji te hez dikim ji ber ku havîn zimanê germahiyê ye
Ez di payîzê de ji te hez dikim ji ber ku payîz zimanê xemgîniyê ye
Ez di zivistanê de ji te hez dikim ji ber ku zivistan zimanê êşê ye
Ez di biharê de ji te hez dikim ji ber ku bihar zimanê hêviye
Ez bi agir ji te hez dikim ji ber ku agir zimanê şewitandinê ye
Ez ji te wek berfê spî hez dikim ji ber ku spîbûna wê zimanê paqijiyê ye
Ez di bêdengî de ji te hez dikim ji ber ku aramî zimanê rastgotinê ye
Ez di fedakarî de ji te hez dikim ji ber ku qurbanî zimanê dilsoziyê ye
Ez bi pênûsa xwe ji te hez dikim ji ber ku pênûsa min zimanê dayîka min e û evîna ber dilê min e
Ez bi zimanê kurdî ji te hez dikim ji ber zimanê dayika min e
Ez bi hemû zimanên cihanê de ji te hez dikim ji ber ku tu hemû jiyana welatê mey dûr û nêzîkî
Ji aliyê pênûsa Heyder Xelîl ve hatiye nivîsandin
 
ئه‌نوه‌ر دوله‌مه‌رى
ئـــەلا بــــرادەر خــودانـێ کــورسی
گــەر تــوو ژ حــالــێ ژارا نــەپـرسی
دڤــێت ژ قــەبــرێ خـۆ زۆر بـترسی
کــارێ تــەیە کـوو بکــەی خــزمـەتێ
ئەرکی ئەدا کە تــوو بێ خەم ساری
چەنــد بشێی ڕاکە ڤـی گـران بــاری
هــەر ب دل ســۆزی و ب وەفـاداری
بلــنــد ڕاگــرە ژ خـــۆ حــورمــەتــێ
یێ هـاریکار بـە د گـەل مـوحتـاجـی
دەرمان کە دەردێ هەر بـێ حیلاجی
دا ل مـەحشەرێ توو نەدەی بـــاجی
ل وێـرێ نـــاخـۆت پـلا حوکـمـەتـێ
جهێ کوو توو لێ بەرپـرس حسـابـە
هەمــــی گـرفـــتا درسـت پــێــڕابــە
پشت گوهـ ڤە باڤێی بـۆ تـە عـەزابـە
خۆ سەرمەست نەکــە دناڤ لـەزەتێ
هەڕە سەر کاری تـوو ب خەم خـۆری
بۆ مەسلەحەتێ کەس نـەکـە گـــۆری
غەدر و نــەحەقی ئـــوو زولــم زۆری
دێ تە سەرشۆڕ کەن ڕۆژا ئـاخـرەتـێ
فەڕقـێ نـەکە قـەت د نـاڤبـەرا کـەس
سەح کـە مرۆڤـا ب ئێکسـانــی بـەس
نـەدە بــڕیــــاڕا ب هــەواو هــەوەس
دا دویر نەکەڤـی قــەت ژ ڕەحمـــەتێ
17/2/2024
 
Sefaa Osman Abdo
XUNAV
Xunav hûr hûr dibare
Li ser gund û bajra
Da ku bîne buhara
Şîn bike pelê dara
Xunav hûr hûr dibare
Kaniya di kenîne
Çema bi avê digrîne
Bilbila di firîne
Xunavê hûr hûr bibar
Bişo qirêj û gemar
Li me xweş bike buhar
Veke gula wek her car
Hasan Kordede
Lê derda li ser masê?
Girtim tora wekî dasê
Nema ji dibûm xelasê
Min kir nekir berxwedane
Di ser min re girt misasê..
Bask ji kestî mam bê mefere
Bê degn kirim çûçkê kerre
Di ber minre here were
Birîndarim tev ji pasê..
Mirin hebe min bi çav dît
Felek ji hev em bûne fît
Li dora min gur bûne çît
Va ez vedxum ji wê kasê..
Ji rola te min pesin da
Diran kotin di hesin da
Min gula xwe bi sosin da
Va rût daketim peyasê..
Min ew vexar li meydanê
Zû vegerand ji talanê
Dizê wê hatne amanê
Lê ew derda li ser masê..
Bavê Metîn
Çend ji bo te
Ji destê te çend û çend ax
Azadî ma qey tu nayê
Mirin çiye me ji bîrkir
Kuştin peḧra me gel mayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Ji bona te peyamber bûn
Bi hazaran li dunyayê
Pekrewan bûn pir ji bo te
Ḧeza ji te ji xwedayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Çend Xanê û Ḧerîrî bûn
Helwestvanê ji hestayê
Çend Cizîrî li dîrokê
Ji bona te bûn melayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Evîndarên te bûn Tîrêj
Cegerxwîn bûne şeydayê
Çend Şêxo û Ayaz bûne
Ji bo te mîrê sazayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Reşîdê Kurd, Feqê Teyra
Ji bo te ketine tayê
Çend Osman û Celadet bûn
Wêjevanê zarê dayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Qadî miḧemed, çend Şêẍ Se-îd
Dan ji bo te can buhayê
Mûsa Enter, û Şêẍ Maşûq
Bûn nêçêra ejdehayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Çend Qasimlo, Îsê Siwar
Can goriya te Leylayê
Çend Huseynî, û Berzanî
Gel te mirin hey lê wayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Çend Mezlûm û Ronahî bûn
Ji bo te mûm û çira yê
Çend Egîd û Bêrîvan bûn
Lehengên te ser çiyayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Bi te Serwer gelek çêbûn
Bûne Şahê kelehayê
Serî jêbûn ji bo te pir
Zindî dijîn ber seqayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
Çi xweş saza ji tîpên te
Dilukujin li ber bayê
Heger gerdûn buhiştbe tev
Jiyan bê te bê sûdayê
Îdî bese
Azadî ma qey tu nayê
 
Dilan Maku
Rewşa dilî,
Rewşa dilî , ax hemalê ,
Rû genim sûret Xalxalê ,
Ez bûm kuştîyê te canê,
Tu carekê werê malê ,
Rewşa dilî , ax hevalê,
Can bo te dide mecalê,
Tu keremke werê xwarê,
Ez’m lawikê teyî berê ,
Rewşa dilî,ax delalê,
Bêjin zirav,min xeyalê,
Bibim rêwîyê dılê te,
Tu geşbe şirîn şepalê,
Rewşa dilî,ax Xatûnê,
Belgek li dara zeytûnê,
Bikim xemil û taca te ,
Werê em herin Efrînê,
Rewşa dilî,ax esmerê,
Ez bibim qaşa kemerê,
Bifirim nav dil û cigerê
Bibim şehîdê te canê .
Fatima Ehmed
RÛYÊ NAZIK FULYA
Her roj li vir erd diheje
Hember hesreta dilê min
Dibe agir dil disoje
Dişewtîne hinavê min
Hinav derya xem u kula
Min dît rûyê nazik fulya
Stûxwar kir şîlan a çîya
Pel weşandin hemû gula
Şîlan, zerîn û sorgula
Vekir li baxê bilbila
Qumrîk hatin gel şalûla
Dixwendin bo êşa dila
Êşa dila çi dijwar e
Evîndar li ber hêjar e
Hêstir ji çavan dibare
Diherike wek robar e
Sebir gerek mîna derya
Ehmedî derket ser çîya
Por sipî kir wek hirîya
Ciwanî da kal tê xuya
Ayhan Demir
SERHIŞK A MIN
Sorgula min yeke dîne,
Tucar serî natewîne
Lema min re bû evîne
Gelek başe serhişk a min
Carna hêrse pir nazike
Ji min dûre nel nêzîke
Dizîkava min hez dike
Pir kumreşe serhişk a min
Dimilmile mîna qaz a
Xwezila ser çokam raza
Nizam çima dike naz a
Bextêm reşe serhişk a min
Gogerçîna şaha kew a,
Direvîne xewên şeva
Ka ramûse dev û lêva
Çiqas xweşe serhişk a min
Çima min bê teyax dike
Dişewtîne û dax dike
Ku dikene min sax dike
Carna şaşe serhişk a min
Dikim nakim maçek nade
Çarek navê min hîlnade
Dibe rojek derî dade
Bavêj paşe serhişk a min
Mîna kehêlek bi bezê
Pir xişîme tor û teze
Berbi Kurdistan dibeze
Herdem pêşe serhişk a min
Halima can kobani
ALA KURDÎ
Pîroz be pîroz be sersala
Ala kurdî ,li we hemiyan
Pîroz be…
Pîroz be, li hemû şehîd û
Gewre yên Kurdistanê
Pîroz be…
Li pêşmerge yên rojhilatê
Kurdistan ê şhnaz û
Pîroz be…
Destana Qazî mihemed û
Komara mihabada rengîn
Pîroz be…
Ala rûmtiyê û dîrokê
Ala serbilindiyê ,li we
Pîroz be…
Pîroz be xeml û taca Welat
Bîranîna mihabadê ,li we
Pîroz be…
Pîroz be ,li kurda pîroz be
A la netewî li pakrewana
Pîroz be …
Mela Bedirxan
GER NEBÎ NETEW.
Bê nivîs û bê xwendin,
para min û teye nezanî
Dê dijmin l’me siwarbe,
bi çar gav kî û rewanî
Ger nebî netew û zana,
tu yê hêsîr û bende bî
Ne bin destê koledar,
kolê der û dor xwe bî
Pêwîste hûn bibin yek,
Xwedî hebûna xwebe
Tev bibin alimê zanyar,
xwedî dewleta xwebe
Li nava Ala yên dinyê
divêt Ala gelê te hebe
Di nav koma netewan,
xwedî kursiya xwebe
Te şer û ceng qe navê,
cîranên te li ber kevin
Bê te bin dest neman,
dê rojekê bi ser kevin
Şerme ku sed milyon,
mane li bin sê destan
Dor hevdû hûn bicivin,
tev azadkin Kurdistan
ئه‌نوه‌ر دوله‌مه‌رى

چۆمـە سەر کـانیـا گونـدی ، کـــچکــەک ڕوینیشتـی بــوو
مـــن لـێ نـێــڕی ب ڕنــدی ، حــۆریـەک بــەهشتـی بــوو
گـــرێ دا بـوون لــەوەندی ، جـانـتـر ژ هــەرتـشتـی بــوو
شــریــنـتـر بـوو ژ قــەنـدی ، وەک سێڤـا گـەهشتـی بــوو

وێ دەست دا جـەڕێ ئـاڤێ ، زڤــڕی بــــۆ ڕەخــێ مـالــێ
چــۆم لـێ بـکـەم سـلاڤـێ ، ل وێ شـــۆخ و شـــەپـالــێ
زەریـا دێـم وەک هـەتــاڤێ ، بـــەزی چــۆ وەک غــەزالــێ
دل بـۆ دین بوو وێ گــاڤێ ، کــەت ئــەشـقــا وێ دەلالـێ

ئـــــاڤــڕیــەکـ پـــڕ ژ نـــازی ، ب ڕەش چـاڤێت خـۆ ڤـەدا
نـــــــەزەرا وێ وەک بـــازی ، دلــێ مــن بـر ئــەی خـــودا
مــن کـــر هـــەوار و گــازی ، وەرە جـــان بــۆ تــە فـــەدا
ئـەز دێ تـــە کــەم داخـازی ، شەرم کــر بــەرسەڤ نــەدا

بــێ نــاڤ بــــێ نیشــانــە ، ونـــدا بـــوو چۆ ئــەو کوبار
شێـــرۆکـــی کــــر دێـوانـە ، وێ سەرمەستا چاڤ خومار
ئــــەڤیـــن چـەنــدا بـژانــە ، یـا ڕەبــێ من ئــەی هــەوار
دل خــادم یــار ســولـتـانـە ، چ پـاشــا بـــی ئـان هـــەژار 20/11/2023

Mehtap Hacialioğlu
Xortén Temen Pinpinîk
Xemilî berfa Roboski ya bémirad
Bi bedena sî û çar cana,
Zû bi zû nixumand şaristaniyé
Bi rondikén timseha!
Mirin bi xof lerizî
Ji vé wehşeta xedar,
Dev û diran li hev ket
Ma ji kerba béçar!
Li ber sînga xwe himbézkir
Neviyé Mîr Mehemedé Soran,
Rondikén xwe berda bédeng
Bi ser Koban û Zîlan…
Ey xwedayé li jorîn,
Ma qey ne bes e
Ev hawar û diléşîn!
Xorté terlan dibin qurban
Bi desté Nemrodén bé îman.
Geh bi sî û çar canan
Geh bi sed û hezaran.
Lehengé serhildana
Li dijî hemû fermana
Xortén temen pinpinîk
Diçûrisin li asîmana.
Sozdaré Şéx Seîdin
Hezkiriyé Seyid Riza
Destgiriyé Sorgula ne
Piştgiriyé Rustemé Zal,
Dilé wan de dewleta yekpar
Lehenga diafirînin car bi car!
Mehtap
Heyder Xelîl
Ez û rûh û dil û can ji bo welatê xwe me
Bila dil şahidiyê bike ku tu dilê min î
Bila rûh min binêre
Bila Giyanê jî şahidiyê bike ku hûn tê de ne
Ji bo rûh te tenê dil lêdide
Tu dinya û her tiştî tê de yî
Ez bi serbilindî evîna xwe pêşkêşî welatê xwe dikim
Ey welatê min
Tu delalê min î
di dinyayê min de
û her tiştê tê de xemilandiye
Gava ez te dibînim ezabê min hênik dibe
Ez di giyanê te de dijîm û tê de dimirim
Kenê te riya min ronî dike
Û ruhê min nêzîkî te ye
tu dermanê rihetiyê min î
Ji ber Giyanê min diêşe
Ey welatê min î delalê
نه‌زیر چه‌مباهیڤى
ئەی وەلات چ بسەرێ تەھات
ڕوژ بو   ڕوژێ   یێ  د کەلی
ژڤانێ    ڕوژا تە     نە  ھات
ھشکبون دەشت، چیا و گەلی
سینگو بەر   نەکرن مەرمەر
خەبات دان  مەزرەعە و ڤلی
کەسێ ھاش دەردێ تە  نەما
وەک   ھەرجار  یا   د حەلی
کەش  چو  تفەنگا  خەباتکار
بون  گورگێن  برسی و چڵی
یێ تە گوت    ئەڤە  دلسوزە
چو پشت مێزێ   بو خوەلی
مە  نزانی     بار     گرانی
ژانا تە   دا   پشت  و   ملی
چەند تە بفروشن خوفروش
دلسوز  ژ تە  نابن     سلی
تو  یی   دایکا       ھەژارا
دێ    مینی   د ناڤ    دلی
simko Botani

DÊRIKA HEMKO

Dêrika min kubarê
her rindî lê dibarê
Herdem li bîra minî
gelek xweşî buharê
Seyrangeha endîwer
sefan û hem gareşan
Seyrangehê te hene
şev û roj û êvarê
Girê sipî newroza
cihê peyman û soza
Bi hevdore şadibin
her sal heyva adarê
Kêşik û ale qemşê
newroza li me xweştê
Milet li hev dicivin
li newroz û buharê
Gelek xweşe warê min
cihê vîn û eşqa min
Li ber te helesteme
vîn jîna min kubarê
Zixat mezr û rikava
zihêriya ber avê
Kengelo û pilêsî
baran her lê dibarê
Mêrga mîra besta sûs
tepka beram ber çiyê
Gundik gir qafik li rê
xana serê l,rêbarê
Hinêwî ber qereçox
tilxenzîr û kelha xweş
Hemîjî gundê tene
malê nayif l,pesarê
Tilêlûn û mozelan
cihê civata kurdan
Dêrka ber av gir zêrîn
tê bîra min her carê
Kanî mitirb kanî kerk
hekemî pêre girik
Sefan cihê peng avê
ji bîr nakim tildarê
Gundê te gelek hene
hem cih û warê mene
Min bêriya te kirye
nema min tê hedarê
هه‌ژار سندی
یانە 

بهارا رەش ئەو بهارا مەنەڤيتن

مە ژ حساب داراكئ پرسى

چەند ما زڤستان بداوى بت

بهار جاردى ڤەگەريت و

ژيان جارەكادى نوى بت

گوتى نەكەن ڤئ پرسيارئ

و يا باشتره بئ دەنگى بت

هەكەر بهار بيت وارئ مه

و وەك بهارا عەربى بت

هەمى شەر وخوين رشتن

و مشەختبوون و ويرانى بت

ژينا هەژارين گه لئ مه

ئەڤرو خرابتر ژ دوهى بت

بلا ئەو بهار نەهيت و

هەر زڤستان لڤى وارى بت

ل ناڤ شار و گوند و چيا

به فرا سپى هەر تژى بت

بتنئ مه دڤيت ل وولاتئ مه

خەوا زاروكا ب ئاشتى بت

…………………………………

هه‌ژار سندی
دۆزا مە

دوزا ملەتێ ژار و پەریشان

کاروانێن خورتابو تە بون قوربان

کورەك گۆندی بوم ژکوما هەژارا

تە ئەز دویر کرم ژ دوست و یارا

ژ بیرهاتنێن ئەڤینا جارا

ژ ڤینا دایکێ و تەڤ کەسوکارا

ب تنێ ل ڤیناخو تە ئەز فێرکرم

بو وارێت چیا رەڤاندم برم

ل سەرما وبرسێ ئەز خورادگرم

ل رۆژێت گران … ترسێ ناگرم

دزانم رێکا تە یا سەخت و دژۆار

تێدا بەرزەبوون هزاران ناڤدار

سەد شێخ و قازی بونە ئەڤیندار

چەرخا فەلەکێ یا دگەرت خوار

هەتا ڤەهاتن  نەرۆز و بوهار

کرن سەرهلدان مللەتێ مافخوار

خۆدان ئالا و حکمەت وپەرلەمان

سەربەست بو ژیان بناڤێ کوردان

Baqî Berûkî.
SAQÎ.
Saqî, were lebaleb ke peyalê
Tê da xuya dikit rengê şepalê.
Ji wê meya sor dilê me cila ke
Êş û derd û xemê li ser me rake
Ez îşev meyxaneya te mêhvan im
Ez ê binoşim ta serê xwe danim.
Mitrib, digel çeng û qanûn bi merdî
Meqamê ûşşaq û hîcazê kurdî.
Hewayê bilûr û ney û rast meqam
Şêweyê tertîp û nezm û hem nizam
Newayên şewat bi hewes bibêje
Cerg û hinavêm tev pê re bipêje.
Saqî tu mey û meyweyan bike rêz
Bi soz ez ê îşev qet nekim perhêz.
Ji dil û can bûseyan bidim camê
Ez ê binoşim ta zeraqa amê.
Peyapey her bide xemr û şerabê
Ta bimînin nav leylan û serabê
Ji cama sedef safî mey birêje
Serpêhatîya min gelek dirêje.
Afîyet û noş li vî canê xwe kim
Belku vî dilê şeyda pê re şakim.
Tu neke li min etab saqîyê can
Bide min ji wê şeraba Kamiran.
Hoşim ta Stêrka Gelavêj hilête
Li bendê me belku dilberam bête.
Dilbera mesken seba alîmeqam
Nişka bide der ahuya gulendam
Ji layê bakur bêt wekî tîrojê
Kurdistan tev roni bit wekî rojê
Du zulfên yarê ji dur ve xuya kir
Şêran meydanê toz û ecac rakir
Li meydanê kişandin şûr û xencer
Mixabin me êqbal venebû yekser.
Cananla vuslat olmadan ey Hüda
Etme bu faniyi Cihandan cüda.
Ya Rabb bide me wê roja miradê
Baqî tim ji bo te diçit sucûdê.
عبدالقادر حەمید ئوڕمانی
کوڕد قڕان

ب چ ســـــورەت و ؟

ب چ ئایــــــــەت ؟

ب چ دەلیــــــــل و ؟

ب چ حــــــوجەت ؟

تە مللــــەتێ منـێ ژار

ئەنفــال کـــــر ؟!

تە ل زاڕوێــــــن بێ گونەها

جــــەرباند هــــەیبەت ؟! 

ب چ تەفســــیر و ؟

ب چ تەئـــــــویل ؟

ب چ تەکبــــیر و ؟

ب چ تەمــــــویل ؟

تە مــــللەتێ منێ ژار

ئەنـــــفال کـــــر ؟!

تە حەڵالکـــــرن

ئیبــــادە وتەڕحــــــیل ؟!

ب تنــێ ب گـــــونەها

چـــونکی کــــــــوردبـــوین

تە ل مە راکــــرن ئەنــــفال

و دەربــــەدەر بویـــــــن

تە ڤییامە قــــــڕکــــەی ؟!

تە ڤییا مە بنبــــــڕکەی ؟!

لێ تو نــــەمـــــای

و ئەم هەر ماین و زێدەبوبن

تە ژبیر کر مــــیللەت

نامــــــڕن نەخێــــــــــــر

گـــــەر هــــند بمـــــرن

هنـد دبــن شــــــوڕەشــــگێر

تەژبیــرکــــر ؟!

یـــــەزدانێ تــــە دبینیت

تـە پێکــــڤە ســـــوتن

دل و مـــــزگەڤت و دێـــــر  

ئەڤـــــرو ئەز و ئـــــەڤە

و یێ هــــــە و یــــێ هە

دئازادیـــن ب پێنـــــوسێ ڤی

و گـــوڕیا تڤــەنگا قــــارەمانــێ هـە

يێن شــــــەهــــیدبووین ژی

چوونە بەهەشتێ

تـــــوژی ل دوزەخـێ

هێشـتا یـێ دەی مافــێ شـەهیدێ هە 

Ejder Îso
DI SAWÊRAN DE
Di xewnên sawêrin hebuna te de.
Di hinasên çargoş evîna te de.
Bi landikên xeman re tê loran din.
Buhara evînê tenha di dil de.
Hatiye meyandin di damaran de.
Bi her hawî vîn çandiye di dil de.
Ne gunehkarê dil evîna te me.
Hey nêrgiza demê di can û dil de.
Herdem roj û şev di ramanên min de.
Ka hela were vîna xo de ravke.
Bi baskên balendeyan re belavke.
Ji dara di jînê de dil derman ke.
Sosin tev bişkivîn di vîna te de.
Şalor ji awazan re amadene.
Buharê xwe reng veda bi çeşman re.
Gul û kulîlkan ji rengan bihn vedan.
Ew lêvin girnijîn di rûkê te de.
Geşbîniyê dide paşeroja min.
Heger dem bibe paşguh ji demê re.
Ez her şeydayê dîl evîna te me.
Ka were dil xweş ke xemrevîna min.
Kavdanin dirûnê ji dil berbere.
Hinasa vînê ahoya her rojê.
Dildarê te me vîn di pirojê de.
Hewzar ji gulê re coşe bi fîxan.
Endêşa te ji ber çavan der naçe.
Evîna dil bi hênkaya sibê re.
Viz viza ba bi çîv çîva çivîkan.
Gerdûn lale ger ti lê ne xwiya be.
Dil hejarim bi zarim di sewdan de.
Evîn xweşe ew evîna bi tere.
De ka were em bi hev re derman kin.
Birîna salan êşa li hejaran.
Geroka bazinê xeman lê derde.
Hozarê gulê bi fîxan re meste.
Bi rengê buharan re xwe rengîne.
Buhara dil geşbîniya vîna min.
Welatê rojê jîn di rewanê de.
Hilîna şalor û hewzarên dilan.
Dam xweşkin bi jiyana sermedî re.
Çîmena buharan bi her demê re.
Rojînê jînê bide welatê min.
Bende warê tene gelek vîndarin.
Di xeman de û pir jî ber gor bune.
Bi dengê dew kilê re bi meşkê re.
Tê guhên min wek tip tipa dilê min.
Ji vîn re dil ximava pênusêye.
Bi herhawî re çav nerîna te me.
bavê mehmûd
bijî bijî kurdistan
tu doza me kurda
ala reng me hilda
çando ziman ber
ne da
pir xaşe pir şêrîne
ber dilê me evî ne
kurdistan xaşo şîne
bijî bijî kurdistan,,
navê te pir rengîne
li her derê dimî ne
ji bo dozê xaş tîne,,
bijî bijî kurdistan,,
dîsa hewar heware
xorto keç hevale
ew dûr nabin ji te,,
keço xort şîyare,,
bijî bijî kurdistan
ji bo doza kurda
ala rengîn me hilda,,
çando ziman feda,,
Muzaffer Culduz
HEZEXA MIN
Hezexa min xweş rengine
Gava na bînîm dél xemgine
Kesek wek wé qet tunîne
Jé evîna wé ez sîwîme
Evina mîn û wé wek evina mem û zin e
Hezexa mîn gelek xweşe
Bejîn bîlînde gula geşe
Wek sîmbîla lé ser nexşe
Ez jé durîm dîlémîn déşe
Jiyan xweşe bé tere ez bé gorî
Derbas bî be bé tenahî
Xwe sparte mîn bé yek carî
Lév tenéka wek tefterî
Bejîn zîrava roj hîlatî
Desté xwe bîde evî destî
Ma qey tu derdé dîla nézanî
Te kezaba mîn agîr ser danî
Ma qey çavé Te gîrtîne
Éşa dîlé mîn tu na bîne
Hesté dîlé min mîrîne
Ev çé xemla teya zérîne
Jorde hattî bé milmîlî
Rînd delala lé ber vî dîlé
Çavén reş kanîya kîllî
Berg û cîlade tu xemîllî
Navé wé lé mîn şîrîne
Tu caran dîlé mîn naşkîne
Çavé mîn tüm wé dîbîne
Ew jî hezexa mîna rengîne
Te jan û jiyan daye mîn
Lé feleka bé bext şîkandiye daramîn
Tu jé mîn durî ez vé dîzanîm
Ne hozanîm helbestvanîm
Kanî evdérahmanî botî
Kanî şükrü tutuş efendi
Kanî dîno yé semsar ú sélémanî qehweçi
Kanî mella yé elledîn sîlé helexî
Kanî ew xanî yén kelpîçkén herî
Kanî ew dost û hevalén meyîn süryanî
Iro jîme durketîn jî mere buye zindanî
Kanî ew malbatén meyîn süryanî
Yek yek çun iro bine biyanî
Tu caran jé dîlé me derna kevîn
Ne iro ne jî tu carî
Hezex bücük bu xwedî bu
Mezîn bu Ma bé xwedi.
23.10.2023
 
Riyad Mistefa
Em in kurdên bi nav û deng
li ser me berdewame ceng
Hîn em bê maf û bindest in
Em tên sotin mîna pereng
Me ne heye dost û heval
Ev rewşa me ye ji hezar sal
Em bê kes û bê xwedî ne
Bê war in û bê cih û mal
Gelo Çima em tenê wan e
Li ser me tim şer û talan e
Kuştin bi tenê para me ye
Herdem agir û topbaran e
Ev çi dem û ev çi zeman e
Xwîna me dirje pir erzan e
Rabe ser xwe ey berxwedêr
Ev çi raketin û ev çi razan e
Dîroka me li ber çavan e
Neviyê Kawa tevde van e
Jîr û zana Çak û rind in
Gelê me tev xwendevan e
Di cengê de berxwedêr in
Tevde hêz û tevde şêr in
Di aştiyê de dilovan in
Hemberî xwe zîv û zêr in
Êdî bese weha qet nebe
Bila Kurdistan dîsa aza be
Mîna hemû al û beyreqan
Ala Kurdistanê li ber ba be
Rehjen (Riyad Mistefa)
بوهار بةرزنجى
ببە ماچەک 
خەماتە یابوویە دەرد
یا بوویە کەسەر 
وەرە هەڤال دابکین سەمانێ
دەم نەما
وەرە هەڤال ببە ئاڤ ببە بەفر ئەردو ئاسمان
ببە کەڤی ببە بوهار ببە کانی و رویبار
ببە ماچەک
ل وەرزێ ئاشقان
ل شارێ دلان
وەرە دەلال لگەل من بکەنە دەستێ من بگرە
دلێ من بخو ببە
ول سەر سينگێ من بخوینە
ببە شالیل و ببە بلبل ئەشقامە بکە هەلبەست
و ستران سەمایێ ل گەل کەزیا بکە
ب درێژیا جەند سالا تەماشەیی بەژنا من بکە
ترسا شەفبیریێ ژبیربکە
و خەما ژدلێ من دەربێخە
دەست ل گەردەنا من بئالينە
وبهێلە دلێ من لگەل حەزێن تە بجیتە سەمایێ
و ڤیستەڤالا ئەشقێ بکەت
و بلا کەلا ئەڤینیێ
بکینە حەزەکا هێستیری
وەکی بارانەکا هویر ل مە بباریت
و مە بێهوش بکەت وبلا دکویراتيا جاڤان دا جەژنا خو بکین …!!
seyrana celad
GOLA KEÇAN
Bû şingînya keçane,
Bisk û gulî badane,
Ken, laqirdyê wan xweşik,
Li der û dor girtine.
Xemilê kurdî bejnane,
Kilê sibhan çevane,
Ji dêmê naz hinarîn,
Diefûre hub, evîn.
Gelîk biçûk li gund de,
Avek zelal, paqije,
Dixulxule, dikişe,
Dike xuşîn deng dide.
Horyê kurmanca werin,
Kefa min de sitarbin,
Bibin ça bûkên avîn,
Surê xwe wekin kemîn.
Ber bi gola jêr bezyan,
Kawê mihela Êzdyan,
Distirên pir hewasê,
Rabûn dîlan reqasê.
Cil, berge xwe êxistin,
Dil, cergê xorta sotin,
Cot memkê çîl qerqaş,
Ava şîn de veşartin.
Yahya Kocabey
HETA EM HEBİN
Min te kire gûla xwe,
Danî li ber bîhna xwe,
Kesî naxım dilê xwe,
Heta ez u tû hebin.
Xeyalê min dixemlînî,
Birînê min dikewînî,
Xema jî min direvînî
Heta ez u tû hebin
Ji bîr nakim çavê zelal,
Pozê pijîn porê delal,
Nêrînê tuj mîna tîra,
Heta ez u tû hebin.
Nebê ez te hez nakim
Kesî wak te hez nakim,
Çav xewê şeva nakin,
Heta ez u tû hebin.
 
19.04.2023
Hinara Tajdîn
ŞIRO VENAKIM
Ça dengê te seh dikim,
Bê çaretîyê dinalim,
Hêsîrê bejna çinarim
Mixabin,te nabînim,
Hêrsa xwe dikewgirim,
Ber hisretê dihelim,
Qederê mehrûm kirim,
Zivistanê jar kirim,
Bêje,çawa deyaxkim ?
Êşa vî dilî bîrkim,
Çevên hêsir binhêrim
Ezê cîda ne bimirim.
Rêza bo te vedhûnim,
Ser derda dihonijim,
Kesiri, dixewixim
Xewna şirovenakim,
Hewqas sal benda teme,
Bê însaf,tenê mame,
Ne te xeyale ne xeme
Te windakirye rehme,
Bejna tera mame tima,
Te az dame ber rima,
Ez ker mam negot çima ?
Wek netewî ber xema.
:-HESTÊN KESIRÎ
ئه‌نوه‌ر دوله‌مه‌رى
مخـابــن بــۆ وا عــــەگیــدا یێت ب سـالا خـــەبات کری
بــۆ ئــەوێت کـوو دنـاڤ دەردا ب حەسرەتا خۆشیا مری
ژ بـۆ ئــەو مێرێت نـوکـە ساخ یێـت بـۆ ژینێ دکەن گری
یێت عەزابەک زۆر بێ قیاس بــۆ ڤێ خاکێ و گەلی بری
ئــەوێت کـوو خۆ ل چ عەردا ب چ ڕەنـگا نـــەدایە پاش
بـــۆ دیفـاعێ ل ڤــی واری دا ڕۆژەکـێ بــژین ئـەم باش
سەد جا حەیف یێت دبێژن کوو خوها وا ژێ چۆ بەلاش
چونکی نوکە یێت مافێ وا دخۆن نـەمستەحەق وجاش
خودان نـــەساخ و بێ دەبار د پــەریشـانـن بـــێ چـــارە
سوتن ب ئاگرێ حــەسرەتــا وا نـــــە هێزە و نـە هەدارە
پێتڤـینـــە ب دەرمـــانـــا بـۆ خـەستــا وا نینـــــە پـارە
ڕابن خۆ لێ بکەن خـودان د بـــەختێ وەمــــە هــەوارە
ڕاستــە تێکۆشـــەرا خزمـــت نــەکر ژ بـــــۆ ملک ومالی
لێ ڕەوایە؟ کوو جان گۆری د سەرشـۆربــن ناڤ عەیالی
کا حەقێ وا شۆڕەش گێڕا یێت بـــێ حسـاب بـری تـالی
هەتا کەنگی شەرمەزاربن ئەو قـەهرەمان د ڤـــی حــالی
نزا چــەوا دێ دەر بــڕم ب درسـتی خـــــەم و هـــەستا
یێ حاسێمە ئــەز دناڤ ڤا ئێش و ژانـاو ڤا بــەربـەرستا
مانە شـەرمە خەباتکارەک خۆ حەوجەکەت ژ بۆ خەستا
بوهــایێ وی بێت شکانـدن ب دەستێ نامـەرد و پەستا
پشتی چەندین و چەند سالا ژ خـەبــات وکــۆل نەدانێ
مــــالا دلێ وا خــــرا بــــوو بۆ ڕزگــــایا کــــوردستانێ
ئەرێ بۆ چی کــەسـەک نینە د ڤی حالی بێت د هـــانێ
لێ دەرمان کەت ئەڤی دەردی دا نەمرن ب ڤــــێ ژانێ
عرفان كورێمه‌ی
٭٭٭٭ بــــو جــی گـــە لـــو ٭٭٭٭
ئـــــە گــە ر مـــە هــە بـــن رەوشە نیــر
کــــە سـانــــێت زانـــــا رونــاکــــــبــــیر
ئــاقـل مــــە نــــدو پــسبــورێــــت ژیــر
گــــە لــــو بـــوجـــــی ئـــە فروکـە ئـــە م
کـــــە تـــیـنە نــاف فـان کــە نــدێـت کیر
٭٭٭٭٭
گــــە ر مـە هــە بــن قــــە شە و مــــە لا
مـــزگــە فـت ودێـــــــر وە ی مـــاشــە لا
حـــــە یــفــە کــــە تـــین بـە رتـە شـقە لا
ئــــە رئ گـــــە لــــو بــوجـــی ئــــە فـــرو
ئــــــولــــێـــن پـــیروز بـویــــــنـە بـــــە لا
٭٭٭٭٭٭
ئــــــە گـــە ر مــە هــە بـن عـە شــیرە ت
پا کـــــیــفە جــــون عـــرف و عـــە دە ت
نــــاف جــفــــاکــــی نــە مــان شـــیــرەت
ئـــــە رئ گـــە لــــو هــــــیــن نــابـیــنـــــن
روژ ب روژئ نــــــــە مـــا غـــــیـــــــرە ت
Edris Haider
،، کەلها خەیالا ،،
ڤان شەڤــێن درێــژ …. درێــژ
لسەر کەلها خەیالا ڤەدرەڤینم
گازیــــێن وەغـەرەکا بـــــــاز
لسـەر گاڤێن لەزوک د هاژوم
ما دێ کەنـــــگی هێــی ؟؟!..
پشــــتی تە ، ئەز ب تـنێ مام
دناڤ پێلــێن ژیـانەکا ئالوز دا
لبەر سینگەکێ تهێن لێ نەمای
رەش مالا ژانـا د پوشــــــینم
پەیـالا خــەما د دوشـــــینم
ئەز نە شــێم بو ژیانێ بگرنژم
لبەر ســیبەرا ئێشـــــێن گران
د نالینم ، ما کەنگی دێ هێی؟
دێ وەرە ،دا د نیـــڤ بەحــرا
خەمـان دا قـــورتال ببــــین
بکەڤـــینە هزرێــن ژیانەکا نو
چەرخا فەلەکێ ب خاپینــین…
لبەر بێهنا خوناڤا عیشقا مە دا….
لناڤ بهارەکا بهێـــن خـــوش
لبەر سیبەرا گولێن تێر خوناڤ …
دەحلێن بنەفشوک و سوسـنا
هەمبـێز بکەیـن ، بچەریــنین
دەمێ بەلاتینکـــێن جوانیــێ
لسەر پێلێن خابیرێ ئەڤینا مە
مەبەندێن عیشقێ دلوریـــنن
قەت گیرو نە بە دلــــبەرا من
کا بێژە دێ کەنــگی هێی ؟؟!..
دا دناڤ کەلهێن ئەڤیـنا تە دا
حەیرانوکا وەفاداریێ ڤەهینم
هەمبـێزا ژیانەکا ب رومــەت
بکەین….دێ کەنــگی هێی ؟!
بـێ دەنگ دۆڵـەمەری
ڕۆئــیــەتــا ڕویــان دڵ كـــر وەك كــەبــاب
وێــڵــدان ل ھــاویــر ب چــەنــگ و ڕوبــاب
سـاڵـو خـەت حـۆری نــە شــوبـھـێ بـەشـەر
وێ ســیـنــە بــەیــضــا ڕۆھـنـێ دا ھـەر دەر
پـــەری دا كــەتــن ســــەر دا نـــڤـــانـــدن
حـەمـێـز كـرن ئــەو گــوڵ ڵـێ ڕەشــانــدن
مــەشــھـــا ب نــــازی پـــڕ ب دەلاڵـــــی
حــەســرەت و كــەدەر ژ دڵ ڤـــەمــاڵــــی
وێ بــشــكــوژ ڤـــەكـــر ژ بــۆ ســـلاڤـــێ
وەك لاڵ و كـــەڕا مـــام د ڤــــێ گــاڤـــێ
دەرحاڵ چـەھـڤـێـن تـەڤ عـاشـق تـم كوشـتـن
ئــاگــرەك ھــڵ كــر ســەد دڵ بــرشــتــن
ژ دەربــا یــەنــگــان تــێـكــدا ھــەڕشــیــن
مــە د ســەیــرێ دا ھـەر دو چـاڤ پـەشـیـن
دائـیـم د عــەشـقــێ فـوئـاد مــە كــسـورن
ڕۆ ل وان ھــەر دەم ڵــێــڵ و دەیــجــورن
خـەمـڵ و ڕەوشــا وێ بــاغــێ ئــیــرەم بـوو
چـاڤـێ وێ گـەش بوون وەك جـامێ جـەم بوو
ئــەئــســیــرا شــەوقــێ جـان و دڵ سـۆتـن
مـــە ژ وەســڵــێ ڕە ئـــەســـاس فــرۆتـــن
ڕێـڤـیـنـگ كـو سـەر خــۆش ل ڤــڕ د مـیـنـن
ژ غــەیــری شــەھــێ كــەســێ نــا بـیـنــن
وێ نــە كــر مــوبــاح مــاچــەك ژ ڵــێــڤــان
مــە نــع كــریــن ئــەم ژ بـاغــێ سـێــڤــان
به‌هزاد به‌روارى
ئەی ئەوا تە ئەز دناڤ دلێ خودا حــــەواندیم
ب ئاوازێن عەشق وڤیانێ تە ئەز خـــــاپاندیم
ژبەر ئەڤینا تە،تە ئەم بێ مــــــال و حال کرین
وەک مەیخورێ مەی تە ئەزێ سەودا سەرکریم
ئەڤ دلێ بویە ئارمــــانجا تیرا و دوو کەر کری
عشقا تە جان و جەگـــەرێ من سەد پارچە کری
سەرێ چــــــەند سالایە ژبــــەر تە ئــەزێ دنالم
ژمێـــــژە ئەڤینێ دلێ مــــن یـــــێ کەهی کری
ئێـــــــدی دل نەشێت خۆ ل بەر خەما راگریتن
روندکێــــــن ژ چـــــــــاڤان،وەک بارانێ دباریتن
دونیا ل پێش چاڤێن مە یا ب تەم و تاری بووی
نزانم بوچـــی ڤێ ژینێ هــــــوسا حەسکر بیتن
بهارا من ژی هێـدی هێدی یـــــــا دچــــــرمسیت
شەنسێ مــــــە د گەل ئەڤــــینێ یێ دفشتقیت
پـــــــەپوک و ڕەبەن، وەک بەنــــــــدەکێ مریمە
دل خـــــــــەمگین وژار،گـــــۆڵا باغی ناپشکڤیت
لمــــــــە گرتن وێ هـــــەمی رێک ورێبار و کۆلان
نەهێـــــــلائەم بگەهین ئێــک و بووین پەریشان
ئــــەم ژ هەڤ دویڕکرین و قەدەرا مە هەر هویە
کانێ ســـــــۆزێن مەداین هـەڤ وکانێ ئەو ژڤان
……………………………………
به‌هزاد به‌روارى
سبحان ژبۆکارێ خۆدا
سبحان ژبـــۆ کـــارێ خــودا
،چ جانی دابــــۆ دلبـــــەرێ
وێ دچاڤێن من شـــوعلەدا،
وەکی شــەمال و فەنەرێ
َٓٓٓٓ——–
بشکۆژ ل سین دکە ملن،
بـــاغ و بیـــستان د خـەملن
بلبــــل ژبـــەر هـەر دلکولن
،گاڤا کو لـــێدکەن نەزەرێ
—-
ئاگر د دلدا هێلا هل،
لــەو ژبــەر بــرینــدارە دل
دلێ ب ئەڤین هــێلا پڕ کول،
جان هنجنی لبەر جەنجەرێ
——
لبەژن و قـامێ ئەڤیندار بووم،
ژبەر تیرا بریندار بووم
لەوما بقێـری و هە وار بووم،
ئارها برینــــا خەنجەرێ
——
من نەهــــێلە تو ئەی زالم،
ژبـــەر تە ئەز یێ بـــێ حالم
چەند سالە هــــەریێ دنالم،
جاڕەک تـــنێ بێــــژە ئــەرێ
——
هەر ل من بــــوو بارگرانی،
دڤــێت بژیم بکامــــەرانی
ئاگر بەردا دل وجانی،
بەختێ تەمـە ژمن ڤـەگە ڕی
…………………………………
به‌هزاد به‌روارى
دێ چـــــــــــاوا ئــــەم دەین جـــەوابێ
ئــەم هــــــەمـــی دێ چین فەنــــــایێ
دێ چین نـــــاڤ ئـــــاخ و تـــــــورابێ
بــــــــها نیـــــــــنە ڤێ دونیـــــــــایێ
دنــــــێ نــــــە کـــەن بــــار و پشتی
هنــــــدی ساخ و یێت رویـــــــنشتی
بـــــــــباشی بــــــــکەن هـــەر تشتی
نـــــێزیکـــــە ڕوژا دەعـــــــــــــــوایێ
بـــــــە رێ خۆ بـــــدەن چاک و بـاشا
دا نـــە کـــــەڤـــــــن ڕێل و کــــاشــا
چاکــــــە وەکـــــــــی مــــــیرو پــاشا
ســــەر بلنـــــد بچـیــــن لیقـــــایــێ
رۆژەک دێ هــێت ئـەم دێ مـــرین
ئێــــــدی نەشـــــــێین بــــزڤــــڕین
دلـــــێ مــــە پـــــڕ کیــــن و بـــرین
دەرمان نیــــــــنە بۆ شــــــــیفایێ
ئــــیرو بەنـــــــدێن تــێر گونەهین
وەک دارا بــــێ بــــەلگ و سهـــین
ل گــــــۆڕی بــــــێ مال و جــهین
لبـــەر گـەرمێ ئو ســــەر مـــــــایێ
ئــــــــەمـــــــــڕهات ژ رەبێ ژۆری
ئـــــــەڤرۆ مــــــێهڤانی ل گـــۆڕی
رەبــــی تـۆ ل مـــــــە ببــــــــۆری
دگــــــەل مــــــە بـــــــــهێـــیه رایــێ
دێ کــــــــۆزرین ل بـــــــەر تاڤێ
مە سھ نینــــــــــــە ل هنـــداڤێ
کی دێ دەت مـــــــە فڕەک ئاڤێ
‌ جــــــــانێ تـــــــازی گــــەرمێ دایێ
تـــــــــۆ ئێــــــخسیرۆ تۆ رەبــــــەنی
کەس نابـــێژیت تــــــە ئەزبــــــــەنی
چوو تـــــــە نەما کەیف و کـــــــەنی
گـــــــیانێ تـــە کـــەفت بـەر تــــایێ
…………………………………..
به‌هزاد به‌روارى
دلبەر
دلبــــەر ئیرو لمن پـــەیـــدابوو
وێ رێ لبــــــەر مـــن ویـــنداکر
کەنی و خۆشی لسەر لێـــڤابوو
دلـــــــێ ڕەبــــــەن هارو دینکر
داخـــــــازا من ژ دلبـــــــــــەرێ
دابـــــــزڤریت وەکـــــــی بەرێ
جەرگ ودل وێ ئیـــــــــنا دەرێ
تێـزاب لســــــەر بــــــــرینێ کر
براستی من ئەو خـــوش دڤێتن
بێهـــــــنا گــۆلا ژ وێ دهـــــێتن
تۆ نەبــی من کەس نەڤێــــــتن
ل ناڤ بـــــاغان گــــۆلان زەرکر
شەڤ تا ســــــحەر هــــەر دنالم
جـارەک بتــــــــــنێ نەهات بالم
سەودا ســـــــەرو ویێ بێ حالم
دل تــــژی بــــــرین وکـــۆل کـر
H Bavê Hozan
JARO DILO
.
Tuyî xortê ez li bendê
min tu dîtî li govendê
te dil kire qeyd û bendê
………. wey dilo jaro dilê min
.
Tuyî ew xortê nûhatî
ji bejn û balê levhatî
wek rojê li min hilatî
………. wey dilo jaro dilê min
.
Te ev dilê min birîn kir
wê evîna te min dîn kir
jîn û jiyan min ji bîr kir
………. wey dilo jaro dilê min
.
Ma tu ji Xwedê natirsê
qey ez bimrim tu napirsê
tu bi evînê nahisê
………… wey dilo jaro dilê min
.
Ey gelî dost û ciwana
min ne sebr û ne hedana
qey evîndar tev wisanena
………… wey dilo jaro dilê min
Were carek bi nazdarî
heger raste tu dildarî
tê ji dil derxê vî arî
…………. wey dilo jaro dilê min
.
Ketim tora wan çavên reş
de were da dil bibê geş
tu min bike mest û serxweş
…………. Wey dilo jaro dilê min
…………………………….
H Bavê Hozan
Divê herê
Divê herê min ji bîr bikê
Derd û kula li min bar bikê
Herd û çavê min bê kil bikê
Ji evînê min bê behr bikê
Divê herê ez wî ne bînim
herd û desta li çoka xînim
Hestirê xwînê di barîn im
Sebr û hedanê bi kê bînim
Ka ew bax û ew bistan
Ez û te têde şaş diman
Şalûl û bulbul bi fîxan
Li halê me man perîşan
Gelo ma wê ew ro werê
Em vegerin weke berê
Ew bê dîlber ez bê belê
Timî li ber çavê min bê
Rûne li ba min ranebe
Porê bi tilyê xwe şeke
Kêf û henekê xwe bike
Rojê çiwî ji bîr bike
………………………………..
H Bavê Hozan
Her ez kurd im
Kûbanî me şingalî
Cîhan zanê bê ez kî
Ji ko ku qurmê arî
mêrekî bi sed mêrî
Ez kurdê aştî xwaz im
Hem şêr û teyrê baz im
Ez mafê xwe dixwazim
Xêra kesî na xwazim
Dest dan hev mêr û jin e
Keç û xort û mezin e
polan e dil hesin e
nakin gilî gazin e
Kûbanê can fîdan e
Soz û peyman me dan e
Madam kurd tev biran e
Dijmin nikare wan e
……………………………..
H Bavê Hozan
EZ NIZANIM
Nizanim ji kîja alî
ket dilê min ew rêwî
awirên wan herdu çava
tîr li dil da min nedî
Ez ketim derya evînê
bê hiş û sewdan dijîm
Kûrîyan gola birînê
Dil di agir birijím
Min ji ber pêlên evînê
gelekî li ber xwe da
ez bûma merdal û jal
çi felek te li min gera
Ey gelî dost û hevalan
mi ne sebre ne hedan Nizanim ji kîja alî
wî dilê min bir revan
Ez ketim hicra dildara
dest di ber xwere berda
ez bi vî emrê ciwan kim
Dil di işqê xwe werda
çelengo tu min bihnke
buhar im ji bo te me
sîng û berê min gihane
Nergizim li ber te me
حسنی عەلی رێکانی
رۆژ بورین
رۆژ بورین زێدەبوون بریــن
نــاڤ خەیالا فرین توریــــن
چاڤابەس دیت رۆندك بارین
بۆچـی تا نـها ژێك دوریــــن
ڤـــان بـرینـا ژ بیرنـــاکـــەم
نەشێم ژ نـاڤ دل دەرناکەم
قەت چو خەوا ژبەر ناکـەم
ژ تــە پێڤــە هــزرنــاکــــەم
ل من مەندە دەریا خەمــا
ل ڤێ ژینێ من ڕێ نەمــا
بلبلەك دامای ناڤ خەمـــا
ب ئـاوازم هـەمی دەمــــا
وەرە ببـە تــاڤـەك بـــاران
روی گەش ببن میناجـاران
دل ڤەگەرن ناڤ بۆهاران
دویربکەڤین ژ نـەیـــاران
نەکەڤین سەرزارو دەڤــــا
گوهـ نەدەین ئەوان وئەڤا
هەیڤا منی ل ناڤ شەڤـــا
ببینە ئێك جان ب تەڤــــا

…………………………………..

حسنی عەلی رێکانی
تۆ بوی غەریب
من شکاندن ئەو قەید وداڤ
تۆ بوی غەریب بەر هەردوو چاڤ
دلی نەما بۆ تە بزاڤ
دویڤ من نەهێی خۆ ئێک پێنگاڤ
٭٭٭
ناڤ هەستێن من رێزا مریای
وەکی بەلگێن پایز وەریای
گەمیا تە چوو یا وەرگەریای
رۆژەک ئاڤا بۆ پشت دەریای
٭٭٭
خەون وخەیال بەس ناڤەکە
هەرە ئێدی نە زارڤەکە
پێتڤی ناکەت نەڕاڤەکە
هەژی نینی چو گاڤەکە
٭٭٭
تەخاپاندم فێل و فندان
ما تەنینە نێ چ ویژدان
تەڤ رۆژێن من ببن زیندان
هەر بمینم مینا بەندان
٭٭٭
شەڤ ورۆژا دلورینم
برین پەلن دگرینم
نەشێم گەل تە ببورینم
تەڤ ژیێ خۆ ب دورینم
٭٭٭
بوونە دڕەو گوتنا هەرجار
ئاگر بەربی دلێ هەژار
سەد مخابن بوویە نەیار
ئەی زالم من نەما هەدار

………………………………

حسنی عەلی رێکانی
دگەل من بە
وەرە خەمـــا تـۆ ب هێلـــــە
جـەرگ ودلا بەس ب کێلـــە
سینگێ بەیار، هشک وزوهـا
ب روندکــا تـــۆ نـــەشێلـــە
نـاڤ کوڤانا تــۆ دەرکـەڤــــە
یار دەستێ خۆ تۆ ب دەڤــە
بۆ وارێ خۆ تـۆ ڤـەگــــــەرە
دەر ڤەکریە یێ بەرهـەڤــــە
حەیفە بچن هەروە خوشی
رۆژ د بورن ڤـالا وبوشـــــی
پێلێن ژانــا هـەر ب لـەیــزن
ژ تەڤ دەردا نەبن هوشـــی
دگەل من بە هەمی دەمــــا
ب گـرنــژە بکـە ســەمـــــــا
دل هێلیـنە پـەنـاگـەهــــــە
ئەشـق رێـژە مینـا چـەمــــا
بهـار ژ نــوو ب کــەمـلـــــی
وەکـی گــولا ب خــەمـلـــی
عەترو خوناڤ ژێ ب بــارن
بلبـل خوینـم ژ ئــەولـــــــی
جانێ ها ئەو رۆژە هــەلات
ئەشقا تە یە تنـێ خــــەلات
مەمێ تەمە توی زینـا مـــن
وەرە ب بەین ژینەک ژێهات
Omer Şihabedîn
Dil valakin ji kînê
Agirê kîna dilê we
Me jî bi xwere di
Şewitîn e
Nekokiyên we bira
Ji bira dûr dike
Dilê dijmin û neyar
Xweş dike
Kîna dilê we me bê
Hêvî dike dijmin bi
Hêz dike me lawaz
Dike
Kîna dilê we gurê
Boz li me har dike
Koza me ji berxê
Nêr vala dike
Hûn bûne beran ê
Neyar û dijmin e
Hûn bi poça bi hev
Ketin e
Karê hûn dikin ser
Bilindî li pey we
Tune karê we dijîtî
Reş kirin e
Hûn ne xemxwerê
Gelê xwe ne hûn
Xwediyê pirojeyê n
Xwe ne
Berîkê n we tijî ne
Destê we ser zikê
Weye xak û rûmet
Here ne xem e
Zarok ê we li oripa
Efendî ne zarokên
Me êzingê bin agrê
Wene
Îdî bese bese ji xwe
Şerim bikin kêr giha
Hestî eyar diriya rê
Tê neme
Pîlanê we û dijmin
Bi hevre genî ne
We jiyan li me kir
Girî û xwîn e
Li her çar parçe yê
Welat milet perîşan
Dibe gilî û gazin bê
Pîvan dibe
Roj bi roj xîyanet a
We xwe nûjen dike
Bazirganî ser wîna
Me dibe
Dijmin ê hov li ber
Agir ê hestiyê canê
Zarokê n me xwe
Gerim dike
Ne helbestvan im
Ne hozan im ez bi
Êşa gelê xwe zanim
Ez ji dil di nalim
Dil valakin ji kînê
Agirê kîna dilê we
Me jî bi xwere di
Şewitîn e
Nekokiyên we bira
Ji bira dûr dike
Dilê dijmin û neyar
Xweş dike
Kîna dilê we me bê
Hêvî dike dijmin bi
Hêz dike me lawaz
Dike
Kîna dilê we gurê
Boz li me har dike
Koza me ji berxê
Nêr vala dike
Hûn bûne beran ê
Neyar û dijmin e
Hûn bi poça bi hev
Ketin e
Karê hûn dikin ser
Bilindî li pey we
Tune karê we dijîtî
Reş kirin e
Hûn ne xemxwerê
Gelê xwe ne hûn
Xwediyê pirojeyê n
Xwe ne
Berîkê n we tijî ne
Destê we ser zikê
Weye xak û rûmet
Here ne xem e
Zarok ê we li oripa
Efendî ne zarokên
Me êzingê bin agrê
Wene
Îdî bese bese ji xwe
Şerim bikin kêr giha
Hestî eyar diriya rê
Tê neme
Pîlanê we û dijmin
Bi hevre genî ne
We jiyan li me kir
Girî û xwîn e
Li her çar parçe yê
Welat milet perîşan
Dibe gilî û gazin bê
Pîvan dibe
Roj bi roj xîyanet a
We xwe nûjen dike
Bazirganî ser wîna
Me dibe
Dijmin ê hov li ber
Agir ê hestiyê canê
Zarokê n me xwe
Gerim dike
Ne helbestvan im
Ne hozan im ez bi
Êşa gelê xwe zanim
Ez ji dil di nalim
الياس نعمو ختارى
لسەر لێڤا بیرێ
گەردنا تە بەھاربوو
چەنا لبن لیڤا تە رۆناکبوو
رۆناھیا رۆژێ لسەرا دەربازبوو
لسەر لێڤا بیرێ
ئەو جھێ ھەر لێ داستانبوو
ھزر و بیر وکێش وڤەکێشبوو
عاقل وزمان و دڵ و ھناڤبوو
لسەر لێڤا بیرێ
ئەز و توو و تیکا رۆژێ بوو
کولیلکێت ماستی تژی دۆرێبوو
بەر لسەر بەری و دۆلکا ئاڤێ بوو
لسەر لێڤا بیرێ
تەرە خوناڤ لسەر ھەردوو لێڤابوو
وێنێ مەم و زینێ تێرا خویابوو
تێلا تەمبوورێ لسەر ئەنیێ بوو
لسەر لێڤا بیرێ
تاخەک ژ تاخێن بەھشتێ بوو
مەنبەرێ چیرۆکێت عاشقا بوو
رۆژبونا ئاڤاکرنا ھێلینا دڵابوو
لسەر لێڤا بیرێ
عەرشێ دیتنا مە بۆ جارا ئێکێ بوو
پاشی یا دووێ و سێیێ و چارێ بوو
لێ ئەڤەبوو چیرۆکا مە و وێ بیربوو
Hemid xanoser
KESNEZANÊ GUNDÎ
Ez kesnezanê gundî
Kesek nizane ez kî
Bê dê û bav ez sêwî
Mezinbûm li vî gundî
Gundêmin xanoserê
Jê naçim qet ti derê
Bomin ax û ava wê
Çêtire ji zêrê zerê
Gundekî pir kevnar e
Bomin war û sitar e
Bereket rihma xwedê
Li ser wê. tim dibar e
Herema min barava
Hêlîna bûk û zava
Destên hine çavên reş
Çi xweş didin silav a
Navçeya min Bismil e
Kezî yên wê ser mil e
Yaramin yek esmer e
Por hineye çav b,kil e
Navenda min Amed e
Ne yek hezar û sed e
Xêr û bereket ên wê
Dibar in bi sermede
Amed kelha rûmetê
Cîyê xêr bereket ê
Tekoşinîna wê mezin
Diparêze xîret ê
Her bijî welatê min
Warê bav û kalê min
Çiqas xweş û hêjaye
Ax û ava warê min
نشوان باقر زيبارى
کەرکۆکا جوان هـــەی شــارێ دێرین
ژبیرا مـــە ناچیت ئـــەو خاکا زێڕین
ئەگـــەر دونـــیا خــر ب بیتن دوژمن
بــــۆ وارێ کـالا دێ تــــــــە ڤەگێڕین
یەکەمین مـافــــێ کــــۆردا هەمیانی
بۆ مللەتــێ مــــن ژیـــــــن و ژییانی
چ جـــارا دەســتا ژتـــــە دانــا هێلین
بــۆ خــۆ فـرۆشـــــا مــــرن و نەمانی
بەرهــەمـــێ خــەبــاتــا شەهیدای تۆ
قودس و هـەم تەکیا مــە مریـدای تۆ
خویــــــنا لنــاڤ دلــــێ وەڵاتــێ منی
داستانــا دەستــێ تــەڤ عەگیدای تۆ
دێ کەیـــن خەباتێ ب سـاڵ و مەها
دا تە خلاس کەین ژدەستێ ئەژدەها
شەهید بوون بۆ مــە ســەر بلندی یە
ژ بــــۆ قودســـــا پپڕ قیمەت و بوها
EKREM OMERÎ
DEM Û DEWRAN
Lê çi demeke pir qirêj e
Canê min ji ber bi êş e
Jîr û zana nema rêz e
Ewê nezan tim li pêş e
&&&&
Gotina rat ku tu bêje
Ewê gemar ziman dirêj e
Wê te bikin hirç û hov e
Lê ez çi bikim dem qitêj e
&&&&
Gelel bûne gurebaş e
Cerg û dilê min bi êş e
Ma çi bikim dem dewran e
Bi gotina kes çênabe
&&&&
Li nav nezana her nezan in
Lê hozan im hebestvan im
Lê ez bi êş û kovan in
Xwedî doz û bi raman im
&&&&
 
بێ دەنـگ دۆڵـەمـەری
 
لــێـــدانـــا دڵ نـــــا ســــــەكـــــنـــــــی
ھــــنـــدی یــــا نــــاز و شـــــەرمــنــــی
گـــــەر نــــە مـــرم تــــوو یــــا مـــنـــــی
ھـــێـــژ بـــەرێ تـــە كــەس نـــە چــنـــی
نـــە چـــە مــن نـــە ھـــیـــڵـــە جــانـــێ
بــــبـــــە نـــــۆژدار بــــۆ ڤـــــێ ژانــــــێ
دەســـتــــێ خــــۆ ســــەر دڵـــی دانــــێ
دۆســتـــێ ھـــەڤــــاڵـــێ ســـەمــیــانـــێ
مــــن تــــوو د ڤــێـــی نـــە چـــە یـــا رێ
ســــۆزەكـــێ تــــوو بــــدە ڤــــێ جـــارێ
ژ كــــــــەربـــــا خــــــۆ وەرە خـــــــارێ
دا دڵ خـــۆش بـــیـــن ڤـــێ بـــوھـــارێ
دڵ تــــــــژی پـــــــەڵ و ئـــــــاگـــــــرە
دڵــــۆ تــــوو خــــۆ ڵــــبــــەر بـــگـــــرە
وێ نـــــــە ســــــلاڤ نـــــــە ئــــــــاوڕە
بـــێــــدەنــــگ ھـــــەڕە تــــوو بـــمــــرە
ھـــــزار و ئـــــێـــــــك دردێ ل مــــــــن
ھــــنــــدی د كـــەم ژمـــن ڤـــە نـــابــــن
ب دەرمــــانــــا ژی یــــێــــد نــــاچــــــن
ژ ئـــێـــشـــــا چــــاڤـــێـــت نـــا ڕابـــــن
بـــــوھــــار تــــوو ژی ب خـــــەمـــڵـــــە
ســـــەبــــر و ھــــەدارا مــــن گـــوڵــــە
ڵـــێ ئــــەڤــــڕۆكــــە ژ مــــن ســـڵـــــە
بـــێـــكـــــەس و ژارە ئــــــەڤ دڵـــــــــە
seafaldin Abdo
LI ZÎNDANÊ
Va ye dijmêrim rojan ez
Mehan û salan lez bi lez
Hovan û guran xwarin ez
Ustiyê min birîn bi gez
Bi destên qirêj girtin ez
Li zîndanê girtîme ez
Ser laşê min di girtin saz
Mirin saz di kutan bi lez
Lê… Tu carî namirim ez
Weke Gîvara bimînin ez
Weke Mendêle bişkînim diz
Li ber bêbavan nakim qelz
Warê bavkalan bikim rez
Meywa têkoşê biçinim ez
Dara kevnar avdim li werz
Rûnin li sîh şivan û pez
Pêrgî bibin ordek qaz
Evîndar û dildar li rez
Ebdirihman Ebdo
PEYVBEST
Baran
Dibare îşev li bajarê me
Bêhna te hildikele can
Ez jî
Dinoşim tenêtiya xwe..!
Lehî
Min dibin hembêza te bîranîn
Dikewim, disojim bê te
Veger
Dilê min ê mirî vejîn..!
Tu yî
Gula binefşî li gulistanê
Mest im ji bêhna te canê
Were
Îro dilê Dildar xweş şad bike
Eger
Tu nebî, şevên min dirêj dibin
Di çavên tarîtiyê de
Lalim
Di rawestgeha jînê mame ez
Kubar
Derdê û dermana Dildar tu yî
Xweşiya çavên min tu yî
Dîsa
Dûrî te yê mirî ez im
محمود توڤى
بەلاتینک؛
جوانیا گولێ ھیڤیا تەیە
گول ژی رەوشا باغێ مەیە بو چنە باخچە و گولزار وەلات گولدان و خێڤەیە
ژیانا تە ب روژایە
فڕین لسەر گۆل و تاکایە بخوی و ڤەخوی ژخو ناڤێ شرین ھنگڤینێ شانایە گەر ژیان بیت وەکو تەیە
ژینا مە چ مفا ھەیە
مال و ئەیوان تەڤ زیدانن ئازادی تم خەونا مەیە
دئ مرین ئەم رزگار نابین گەر دناف خودا نە تەبا بین دوژمن دوست و بێ حەیا بین
دێ بن دەست و پەریشان بین
دەربدەر بێ خان و مان بین 
عرفان كورێمه‌ی
==== جــانــیاتــــە ====
جــانــیـا تــــە یـا بــــــئ ســــنـــــورە
بــــە ژنـا بـلــند کـــە زیـا شــــــــــورە
دئ بـــــلا مــــــن تـــــو نــــە دیـت بای
خـــــــودئ ئــــە ز دابــامـــە کــــــورە
٭٭٭٭
جـــانــیا تــــە بـــــــئ رکــــابـــــــــەرە
گــــــە ردەنــــا ســـپی پــــرجـــا زە رە
دئ بــــلا مــــــــن تــــــو نـــە دیت بای
ژبــــــە ر تـــــــە دل یــــــــئ دو گــەرە
٭٭٭٭
جـــانــیـا تــــــــە روژو هـــــە یــــفـــــە
نــــافـــــئ تــە خــوشـترین پـــە یـفـــە
دئ بـــلا مـــــــن تــــــو نــــە دیـت بای
ژیــان بــێـــــتـــە دەردو حـــــە یــــفـــە
٭٭٭٭
جـــانــیــا تــــــە یــــا بــــئ وێــــنـە یـــە
بـــــــــە ژنــــا بــــلـــنــــد مــــنــاریـــــــــە
دئ بــــلا مــــــــن تـــــــو نـــــە دیــت بای
ژبــــــــــە ر تــــــــە دل ئــــالـــــو دە یــــە
٭٭٭٭٭
جـــــانــــیــاتـــــــە یـا بـــــــــئ پــاوانــــــە
بــــــە ژنـــــا بــــلــــــنــــد گــــول رحانـــــە
دئ بـــــلا مـــــن تــــــو نــــە دیــــــت بــای
مــــــن نـــــە بـــایــــــە ئــە ف ژیـــانــــــــە
Shukry Shyh Neby
penda ..bendewer
*****************
benda mi be…;
ber malxanên
helbestên bendewer
Ezê…
çend tîpên mest
bipêjim …
ji meya henasên west
peyv…
li hev geryan
dalmê…
xwe berda
canê gazinc û gilîyan
hebbin…
ji konê heft istûnî
ji konê heft asîmanan
ji konê hezar û hefsed dilî
westîyan …
hebbinên dilê leylan
benda mi be..;
ber mal û bask û bala
helbesta bendewer
diketim…
bextê xewna te
çawa …
bidrûm birîna elendan
bi tîna tîrêjên wan çavan
çawa..
bikewînim brîna roka ava
bi xwêya rûbarên çavan
benda mi be…;
ber baskên bîranînên bê per
ber birûska vîna tîpên bê pel
ber oxira …
bexûra şewatê
ji xwe…
tu war û welatê helbestanî
ez jî…
hîn mame…
rista helbesta boxîrê ..
li sînga dîwar
ber penceryên çavên te
benda min be..;
ber malxanên helbesta rêwî
ber nînika pendên bendewer…!?
رێـبـەر زێـبـاری
مــۆچـــە
نـیـڤـاشەڤـێ بێ کێشەیـنە
سپـێدێ نــاڤـدا بـەرزەیـنـە
هـەر جار دەهـ ڕۆژا وێڤەتر
چـاڤـەرێ لیستا مـۆچـەینـە
پەیڤا مـە یا بـیــیە مـۆچــە
ئـــەڤــە چ ژیـنـەکـا پـۆچـە
گـەنج دچـن نـەمـان وەلاتـی
بـەرەف ئەورۆپـا کەن کۆچـە
هەتا ئـەم نـەبـیـنـە دەولـەت
ئــەم نـاژیـن ژینا بـێ مـنـەت
مـەزلـۆمین کەتین بن دەستێ
عـێـراقــا زالـم و بـێ بـەخـت
هێشتا گـەلـەك دزۆرن جـاش
دەولەت بین یا دایەف معاش
ژبەر ڤـان سـەد سـال بۆریــن
نەبین دەولەت نەمـا مـعـاش.
Riyad MUustafa
Qey kî wek te ye
Delal û şêrîn e
Qey kî wek te ye
Buhişta rengîn e
Gelek ciwan e
Keça kurdan e
Gula bexçeyan
Tev hilm û tev bîn e
Na weke te kes
Hîna çênebû
Na weke te kes
Li dinyayê nebû
Tu derd û derman e
Mirin û jiyan e
Bedewya te canê
Li xwezayê zêde bû
Buhar bi gulekê
Erê nakemile
Lê bi gulekê
Buhar dixemile
Ciwaniya te yarê
Wek ya buharê
Lewma dilê min
Ji bo te bilbil e
Ejder Iso
JÎNA MEHSA EMÎNÎ
Ez keça kurdim bi nav û nîşan
Bo niştiman min bûha dayî can
Biskên bi milan tîrêjên rojê
Ka mirovatî can bûyî qurban
Ez pir bûha me mîna gerdûnê
Navê min mezin ez jî pakrewan
Pirskin ji gemya li cayê cûdî
Ewê ji were bêje kî kurdvan
Emin xwedî ol sinc û bawerin
Bi bêjin ji hemî dem û dewran
Mafên mirovan çima em arzan
Bavê gizîran ji dayka kurdan
Zerdeşt kî bû ew jî pêximber bû
Wîjî avakir pir bax û bostan
Go xweda yeke bawer kin insan
Mezdek peyrew bû ew ne perîşan
Ka kî sîtemkar her Tirk û Îran
Pêxwasên barşewal ne kemî wan
Tew rosên ser pêl li teniştî wan
Evdal tenê man kurd bi derd û jan
Welat Kurdi
دلبەر
دەمێ من تۆ دیتی دلبەر
دلێ من دایە بەر خەنجەر
بوم ئێخسیرێ بەژنا زراڤ
دەم هات بێژی یە من سەروەر
دێ تە کەم گولا ژیانێ
دگەل من بی بۆ ڤیانێ
سوزا مە دای بۆ ئێک بژین
تا مە د بەن گورستانێ
من سلاڤ کر چاڤ رەشا من
دێ وەرگرە سلاڤا من
من نەهێلە ڤی حالی دا
ئەڤرو گەشکە ژیانا من
من نە کوژە ئاوریێت خو
من بکە داهێنەرێ خو
دێ بیە تاجا سەرێ من
جهێ تە کەم ناڤ دلێ خو
Şiyar Alyanî
hest nazike
dilbera min şox û şnge
Dêm ji gula zehre renge
niza çima bê denge
Êdî were derenge
hest nazik û şêrîn e
Şepal û xemrevîn e
Sorgule û hingivîn e
merheme li ser birîn e
Qusûr li bejna wê nîn e
Şepal û nazelîn e
Hêvî û omîda min e
sebir û hedane min e
Ro sora û girover e
Bêhin ji misk û Enber e
dil bi kovan û keser e
Biskê wê ji zêrê zer e
Mê kewê çav bi kila
min dî li nav bexçê gola
deng ji fîxanê bilbila
niza çima ji min sila
deme li min dibê êvar
bitenê dimînim şiyar
fermîsk ji çava têne xwar
Bi derd û axîn û hewar
شڤان مصطفی عبدالرحمن
تۆ لێڤەبووی
پشتی چەند ساڵێن ئەڤینێ
ژ دلداریا مە شــــــــــــرینێ
بێ‌ ئەگەر تە خــــۆ جوداکر
پشــــــتا خۆ دامن خائینێ
ژ سۆزاخۆ تۆ لێـــــڤەبووی
دعەشقێ دا یا لێ نەبووی
من باوەریا خۆ ب تە ئینا
من گۆت شاها دلێ من تۆی
٭٭٭
چاوا دێ دل دەی من هێلی؟
کانیا ئەڤینێ تێـــــک شێلی
ما من چ کربـــــــــوو زاڵمێ؟
دلێ ڕەبەن تــــــۆ دێ کێلی
ژ سۆزاخۆ تۆ لێـــــڤەبووی
دعەشقێ دا یا لێ نەبووی
من باوەریا خۆ ب تە ئینا
من گۆت شاها دلێ من تۆی
Salman barwaryi
یـارو ئـەڤـن٠.٠.
یـــار دێ رابـە نـێ مــەدرەنـگـە
خـــوزی لـمـە کـەتـنـە دەنـگـە
دلـــــداگـرتـن خـەمـلـا رەنـگـە
ریــــــــا مـەیا بویە زەنـــــــگـە
__هـەتـا کـەنـگـی دێ هـوڤـەژیـن
__ژیـــــــــــــێ مـەبـو شلـە ژانــە
یـــار خـەمـلـینــە ئـەوان زەنـدا
بـــــــــــــلا بـێـژن بـمـە بـەنـدا
تـــــــوشـاهـانـا هـەمـی ڕەنـدا
بەرتـەب کـەڤـم لـنـاف کـەنـدا
__هـەتـا کـەنـگـی دێ هـوڤـەژیـن
__ژیــــــــــــــێ مـەبـو شلـە ژانــە
شــــوپـا بـگـری ئـەزێـب رێـمـە
ژێـــــهـەل ژوردا هـەرێ بێـمــە
گـــــەل منـدابـی نـەیـا کـێـمـە
دانــــــــە بـێـژی ئـەز یـا کـێمـە
__هـــەتـا کـەنـگـی دێ هـوڤـەژیـن
__ژیـــــــــــــــێ مـەبـو شلـە ژانــە
شـەنگـە شـوخێ گـەل من دابی
خــودان خـودا گـەلـمـن ڕابــــی
تـــــــــــــــە دل ئـارام دلـا دابـی
قــیمـەت دێتـە وەك شـاهـبـــی
__هـــەتـا کـەنـگـی دێ هـوڤـەژیـن
__ژیـــــــــــــــێ مـەبـو شلـە ژانــە
مسلم ئەتروشی
دەم راوستە
د ڤی وەلاتیدا نەشیم ب فرم
جەنگەکێ من یێ شکەستیە
یێ دی ژی داڤەڤە یێ مای
بهارا ڤی وەلاتی جەند پەیڤەکن
لێ عەمر کورتن
زیکا لێ بیتە پایز
دەم خول مە بگرە
ئەو پەیڤین بوینە بهار
ل سەر پشتا پاپورا هیڤیان
هێشتا نە گەهشتینە
دوعایێت مە ژ سیفاندوکێ
مەین ئاخێ بلندتر لێ نا هین
جونکی دوعایێت مە ژی
مەلاقینە
دەم ئەڤی جارێ ژی
خول مە بگرە
بلا فێ جارێ ژی بو خاترا
دوعایێت دەیکێن شەهیدا بیتن
بلا روژا مە ئاڤانە بیتن
صادق شوشي
– گازی وچاڤەرێ بۆن-
واااا پێغەمبەرێ ئاری
دەمێ دهێی ،دەست هەلینە
زەندو باسکا ب شدینە
کاااا چەوا
جوهی وفەللا وزرادەشتییا
ب تان و تڕانەڤە
دگۆتە قوڕەیشیان
هین (امي) نە ، پت پەرێسن (وثني ) نە
هنگۆ …..
چ پەرتۆکێن ئاسمانی و
ئایین وشریعەت وپێغەمبەر نینە .
ئها وەسا
تورک وعەرەب وعەجەم ژی
یێ دبێژنەمە
هین مەچێترن ، هەر مرۆڤ نینە
هەوە…
مافێ دەولەتبۆنێ نینە
کاچەوا بەری هنگی
(ابن ابي الصلت ) ی و(عبدالمطلب ) ی و(ورقة ) ی
پێکولێت پێغەمبەراتیێ کرینە .
قۆماندارێن ڤی گەلی ژی
شێخ مەحمودی ،سمکۆی ، قازی
پیرانی ، بارزانی ،ئۆجەلانی
ژوان پێکۆلا دبێ بەهر نینە
ئەی خوداوەند
دێ ێ رێبەرەکێ کوردان ژی
هەژی وێ وەحیێ ببینە
ب هزاران ….
ئەبو بەکر وعەمەر وعوسمان وعەلی
پێشمەرگێن دبەرهەڤکرینە
ڤی مللەتی
هەمی ب چاڤێن خۆ دیتینە
ئەڤی لەشێ پارچەکری
ب دستورەکێ پیرۆز
پێکوەر بینە

سيف الله محمد

گوڤەند

ڕاســــت مە گێڕا چەپ مە گێڕا

کەچ و خــــورتا ئەڤ گـــــوڤەند

مـــە ببویـــکێ گـــوت و ڤەگێڕا

نارینک و ستران و خوەش بەند

ئەم هاتیـن بویکێ بخەملیـنیـن

کەسـک و ســور و ســپی و زەر

تێــر گـــولاڤێ لێ بڕەشـــینیــن

ژ مـــالــــێ ئەم بیــــنیــــن دەر

ل هەر چوار ئالیــــیێ ســویکێ

جــــاد و تاخ ب گــــێـــــڕیـــنن

داکـــو خـــەمل و خێلا بویــکێ

خـــــەلک و عالــــەم ب بیــــنن

بویـــــکا پڕ ڕند و دەلالــــــــــە

ســــەد جـــــارمـــالی ئاڤـــــایە

گەلو بەســـە ئەڤ چەند ســالە

لــــــبەندا بویـــــکێ زاڤایــــــە

  1 / 1 / 1991 دیاربەکر 

Sefaa osman Abdo
Hêvî
Gulek min hebû
Li serê wan çiya
Ez li geriyam
Bi çav û piya
Bîna wê xweş bû
Ji bîna hirmiya
Pelê wê geş bûn
Ji ava kanîya
Wek wê tine bû
Ne li çol û ne li çîya
Ez jê dûr ketim
Ne bi destê min bû
Ew gula min bû
Ji bajarê min bû
Rengê wê sor bû
ji xwîna min bû
Şaxê wê kesk bû
Ji zeviyê min bû
Rehê wê zer bû
Ji koka min bû
Min ew ji bîr nekir
ew hêvîya min bû
Dara Mazi
Gulamin
Bayèn gula pir rengini
Ne wek gula gulîstana mine
Tevde gül û gülşene
Ne wek bēhna gulamine
Histrîyèn gulan dirînin
Yèn gulamin keleme
Nava Gulan pir xwuşikin
Weke gulamin reng nade
Sitirîyèn gulan di desta dihere
Sitrîyè gulamin di diilmin dihere
Gül a xelkè li baxçane
Gulamin di Nava kelema dene
Gülen xelkè li ser destanı
Gulamin li bin destan
Gulan dibîn bèhn vedane
Ya gulamin Nava keseradene
Gülen heft rengin û sorgulun
Gulamin nîşana min vedide
Keske sore ji èş û eleman
Zer û gewherin range dilşadin.
Suphîye Bulut
DILÊ XWEŞIK
Go bila dilê min
Bi çi rengî be
Min go bila dilê te
Xweşik û qenc be
Bila dilê te
Germ û evînî be
Bila dilê te
Paqij û zelal be
Bila dilê te
Rast û bê derewîn be
Bila dilê te
Hêvîdar û ronî be
Bila dilê te
Bi zimanê min biaxive
Û bila dilê te
Ev dilê Kurdistanî be
Ehmed Tahir
HEWAR
Li welatê xwe penaber in
Em nizan in bi kû ve her in
Ma li kê bikin qîr û hewar
Em bê qudoş û xwelîser in
Zagon di destê şêx û beg e
Ser me bûn e wek gur û seg e
Ma li kê bikin qîr û hewar
Wan em dan e ber dar û şeg e
Va nefşek windabû serû ber
Biryar di destê nezan û ker
Ma li kê bikin qîr û hewar
Ser pişta me,tim kuştin û şer
Hezar Xeyrî dinêv me rabûn
Bajar û gundên me xirabûn
Ma li kê bikin qîr û hewar
Dijmin bi halê me pir şabûn
Kurdino nebin dostê gura
Turk û ereb qet nabin bira
Kurd li hev bikin qîr û hewar
Ji bîr nekin qada Çarçira
Ev çine,sed bend û partî ne
Çanda me zikreşî û kîn e
Kurd li hev bikin qîr û hewar
Çima yekrêziya me nîn e?
Welat difiroşin,kesk û hişk
Ser me bûn e wek mar û dupişk
Em li kê bikin qîr û hewar
Milet hiştin bê par û bê pişk
Ta ev hene,em nabin dilşad
Bi vî mêjî qet nabin azad
Divê em li hev bikin hewar
Bicivin li hemû celd û qad
Rabin ji xew,vêxin şoreşê
Yekî zîrek pêş we bimeşê
Bikin kar li hemû cî û war
Ta şoreşa we bi serkevê
Rakin van nezan û kedxwer e
Welat avabikin ji xwe re
Ji hev re bêjin dost û bira
Guh nedin wan hêştir û ker e.
Ehmed Tahir
Mahîn Şêxanî
PEYMANA DILOVANIYÊ
Yarê limin meyze kirî
Dergeha dil jêr vekirî
Xwe derbaskir bê tenahî
Herdu çavan himbizkirî
* * *
Min got yarê limin nener
cerg û canîm bît û hiner
Ji awrê te diL daye der
Çi fermane te çi kirî…
* * *
Evîna xwe te dilde çand
Bi lêvare silav te şand
Heta mêjî te xwe gihand
Rewan mabu xwe çenkirî
* * *
Dilovanî bi nazdarî
Xwe sibart min biyek carî
Da min soz û biryarî
Xwîna min ji ter talan kirî
………………………. 2
Mahîn Şêxanî
li herderê talan
û mirin û kuştin e
ya hebs û zindan
û girtin e
warek nema
em lê bi cîh bibin
ne li hundir
û ne li derve
parasitn e
berê xwe
bi kuyde vekin
derî hatin girtin e
miletê hov
Iro bo qeder
lê ser sinorê min e
em bûn penaber
ú hîn xelasî
jiwan tune
leanet li wê rojê bê
ku van hovan kirin
jîranê min e…?!…
Seyfedîn temel
Dergûşek bê hedûr;
di hembêza min de digirî ya.
Nalîna birîndaran dihat
ji ‘hafên çiyayên min.
Mirîyên bê kefen,
radizan di qefesa latên min de..
Daristanên min şîn dikirin
rûbarên min xwîn diherikandin.
Pelên kulîlkên min kirin û çilmisandin
bedenên zarokên min şewitandin,
bi bombeyên fosforê û bi gaza spî.?
Dengê şevşevokên bê wawîk
ji şikeftên kûr dihatin.
Şêwrên îxanetê dikirin.!
Bi xwîna dergûşên min dimijîyan.
Xemlên bûkanîyê
li ser rûyên keçên ciwan hilanîn..
Nehîştin xortên min bikemilin
Jin zarok, pîr û kalên min
ji ser axa min deranîn.
Bûne koçberên hêsiriyê.?
Bese êdî koletî, bese bin destî,
birîn kûre, kêrê xwe daye hestî:?
Ez ma me sêwî
Ez bûme kara kûvî..
Ez ma me bê xeml û rewş,
nema li ser min rojên xweş..
Ez ma me bê ziman
Ez ma me bê dibistan..
Ezim, xezala birîndar ketim destê keftara.
Ezim zaroka di hembêza dayîka xwede
Hêj bê gocîkirî min can da…
Hema min gulmek şîrê dayika xwe vexara
Hema hulmek bêhna axê bikişan da cegera xwe
Nahêlin çevê min li ser axa kal bavê min vebe.
Ezim ez; Lalim bê zar û zimanim
ka ez ê kêjanî bêjim, kêjanî nebêjim.
Helbestvano ez bi heyran…
Ezim birîndara destê neyaran.
Ezim axa we, ezim gulîstan.
Ezim gulîstan, ezim gulîstan…
زەنون سلێڤانەی 
داستان
نەبتنێ جەنگ و شورەش
لسەر دەستێن قەهرەمانا
یێ بووینە داستان
عەشق و ئەڤینیێ
ڤیان و حەژێکرن ژی
لسەر دەستێ عاشق ۆ ئەڤیندار
مینا عەشقا مەم و زێنێ
فەرهاد و شرین
خەجوك و سیابەندی
ئەوژی بووینە
داستانێن عەشق و ڤیانێ ..
دلبەرا من
یاشوخ و شەنگ
وەکی بەرێ لمن ڤەگەرە
هەمی یادگاریێن
عەشق و ڤیانا من و تە
بو روناکبیرو هەلبەستڤانا
چەندەکێ ژێ شروڤەبکەم
دێ بو وان بێژم
پارچەك ژوێ عەشق و ڤیانا
من و تە
هەلبەستەکێ ژێ بڤەهینیت
ئەوژی ببیتە ئێك ژ داستانێن
عەشقا من وتە
ژ هەمی داستانا بهێزتربیت ..
 
حەجی ئەحمەد
نێرین

ئەو چ چاڤــن ل مــن دنـێرن

پیڤەلــەرزێ ســیـنگێ من دا

چ کەوکەبن گـــەشە ستێرن

هــزار هــزران سەرێ من دا

دێـــم بــچیکە لام ددتێــرن

پەرچەم یێن هاتین لسەردا

نە مـــژیلانکـــن ئــەو کێرن

لسەر چاڤێن تەیێن کەسدا

تە دەمـار ژ من هشک کـرن

چاڤـــان تیر ژ کفانی بەردا

زەنــدکـــێن تە دار کنــێرن

لەوندیێن کــەتین ســـەردا

نێـــرینێن تــە وەک ئـاگرن

گــەڕماتیێ لـسەرێ من دا

ئەز دزانـــم ئاشـق دگـــرن

ڕۆندک دهێن سەر ڕیکاندا

دەریایێن ئەشقێ دکـویرن

نە مــەلەفــانم بێم ناڤ دا

سەلاح سندی 
بو گەنجا 

نەمینــە ب تــــــنێ

هـەر وەك نەل دنێ

چ چێبت نـــــــزانی

وەک کەسەك بیانی

نەمینە ڤـــەدەر

ژمـال وەرە دەر

دگەل مـــــرۆڤا

نە بە وەك هوڤا

بیــنە ژنـــــــێ

دێ بی خــــنێ

بەس سنگــــــل

نەبە دل کــــول

ببە زەلام بــــاش

نەمینە شــــــاش

کەسەك ژێهاتـــی

خودان دەهاتـــی

بابــــێ بجیـــــک

نەمینە بن نفینکا

هێزێ بدە کاری

دڤێت هاریکاری

بابـێ عەیــــالی

نابـت بەتــــــالی

ب مێشکێ ژیـر

تو ببــە میـــــر

ReŞatê Şemo

ŞOXÛ ŞENGÊ

Çev nabîne tu milk û mal

Zarû ziman jibonê bûye lal

derbas nabe ev demû sal

Çev li te di gere şoxû şengê

Ez di desta da bûme tival

Dil bi nalîne nede min mecal

Wekî xezala l,çolû l,çîya l pal

Dil bû birîn jibo wê şoxû şengê

Wekî kar xezala li serê çîya

Dûr ketî ji êla bavû xwedîya

Ez li şopa wême li serê rêya

Çev di girîn jibo te şoxû şengê

Ez çi jêra bidim wesf û pesna

Çi xweşikû şirîn cemal û husna

Li tevger û xweş bal û lê bejna

Tu kar nakim jibo te şoxû şengê

peyvû gotinek bi wezn pîvan

Şirîn axaftina ji wan devû lêvan

Kî dît û naskir jêre dibû heyran

Nakim xewa şevan şoxû şengê Wekî gul sosina tu reng û

rengê

Gelekî dilşa dibim bibînim kengê

Di çirîse wekî stêrka ber bangê

Çev li rê hatina teme şoxû şengê

كيفي امين اتروشي
……….خەونەک ……..
وەرە خەونا من مەحبوب
……..بـــوتــــە بێـــژم پەیڤەکێ
عەمـرێ من خر بوتە بیت
……..بەس بــدە مــن هەیڤەکێ
مــا گــونــەھ و حــــەرامە
……..ئـــەژی بکـــەم کـــەیفەکێ
ئــــاوازەکـــــــی بــــو دانـە
……..بو من بێـــــژە بدەنگێ خـو
ژمێـــژ هیڤـــیا خەونێ مـە
……..نیشــا من بــدە رەنگێ خـو
جارەکێ مـــن هەمبـــێز کە
……..من بکێشە بەر سینگێ خـو
خـــوزی ل ژینـــێ هەمیـێ
……..مـــــن تــو دیتبای جارەکێ
مـــــرادا مــــن حاســـــل با
……..خـــودێ بــکــــە چـــارەکێ
من سـوند بیت ژغەیری تە
……..ئــــەز نـــــــەگــــرم یارەکێ
Asoy Hemn
…..ئەو وەسف حۆریا جەننەتێ ……
لسەر مینبەرا ل ژۆری
مەلای دکر وەسفا حۆری
وێنەیێ هزرامن کێشای
مندیت ئەو هات دەڤ من بووری
هەر وی دەمی دل بر جانێ
دل بوو ئەسیرێ سوڵتانێ
دنیا لنک من خالی بوو
تنێ ئەوما دناڤ میموری
ئەز بووم وەک دینو دەروێشان
ڕح هات سەر لێڤێ نەکێشان
تەپ تەپا دل سینگ هەژاندم
من گۆت سەلام دوور ب دووری
ئەو وەسف حۆریا جەننەتێ
ژ خوە ڕازی و بێ مننەتێ
سەلام لمن بەرسڤ نەدا
چەندی من گۆت ئەز بگوری
وێ لمن کر زوڵم و ستەم
لمن زێدە بوون هەم و غەم
بۆ حاسڵ بونا مرادێ
هاوارە من ڕەببێ ژوری
من هەناردن مەلا و عالم
ل غەیری دین قەشە و مالم
ژکریفێ مە شێخ و پیر
گۆت ئەڤین نابیت بزوری
من مرادە تا مردنێ
ل خەت و خالێ گەردنێ
ل دووری دیتنا دلبەرێ
ڕۆژەک تنێ لمن ب بووری
sabah Mzory
…… ..ئەشقا یارێ ……..
پەنــجەرێ را تـــــەمــا شـەکر
ژورێ شـــۆخا مــــن یـــا تێدا
کــۆ پـــەردا پـــەنجەرێ ڤەکر
دلــــێ مـــــن زێـــــدە بۆ لێدا
دلــــــێ مــــــــن ل جھ ئازری
بــەر حــــەز و وێ جانـیا وێ
بۆمــــە وەک پـــــەل و ئاگری
دیار بـۆن شـەوق وکەنــیا وێ
بەژنــا وێ یــە جھ و وارگەھ
تـــژی ئەشــــــق و ڤیان کەتێ
دلــــێ مـــــــن دا بۆیە بنگەھ
بۆ ئەشـق و ڤین و سوحبەتێ
مەدل پێکڤە بو ئێک هەژیان
ناڤ ئەشـق و ئــەڤینا ئێک دا
کول و کوڤان ل مـــە وەریان
دەما ئەشقـــێ ب مـە رێک دا
brin duhoki
ئەز یا تەمە
ئەفینـم شرینـــــــــــا تەمە
دەرمـانـێ برینــــــــا تەمـە
ل ڤـێ ژیـن و ل دونیـایـێ
تا مرنــێ ئەڤینـــــــا تەمـە
****
گەل تـە بتنـێ ب ئـەڤیـنـم
کەسەکـێ دی نـاحــەویـنم
ئەگەر من سوز دائێکێ دی
بلا بمــــــرم ئـەز نەمیــنــم
****
تە نـاگـورم ب هـەمی دنـێ
سەبــرا منـی تـویـی بتنــێ
ژبەر تـەیـە ئـەزا دژیـــــــم
کەتیمــە بەر دل ســـوتنـێ
****
ئەشقا تە من دل دا هەیـــە
من دل و جئان بەهـرا تەیە
ژێ دیر ناکەڤـم چ جـــــارا
نێ ئەو مـافێ ئەشقـا مەیە
****
تەرکـــا تە ناکــەم چ جـارا
گەهیــنــە ئێک ل ڤـان وارا
یان ئەز و تو پێکڤە بمریـن
وەک ئاشـق و ئەڤیـــنــدارا
bavê mehmûd
tu gula me gul perî ye
nalîna te me pir dîye
hemû kurd te hêv ye
çima tu dûr mayî ye
çima ji me xeyidî ye
hûn naziko naz darin
ber dilê mi xaş darin
hemû kurd hêvî darin
ji rêça xwe vena gerin
efrîn kobanî qamişlo
kes lê ne bû xuya ne
nalîna me ranewestî
xûna şehîd bi mişto
tu gula me gul perî ye
nalîna te me pir dî ye
hemû kurd ji te hêvî ye
çima ji me xeyidî ye
Şevger çolo
ÊXSÎR
Ez êxsîrê devê çema
Dil jan û nesax im hema
Çavê gulîstanê kore
Li ser me qet nexwin xema
Xemên tevî reş qederê
Guvaştin can bi kederê
Êşa Kurdistanê zore
Mam di mital û hederê
Sed sal keder hê didomê
Nema êdî kes di komê
Pişta feleka me qore
Koçer nema diçin zomê
Qey wê halê me wiha bê
Derman jêre peyda nabê
Daf û xelek li me dore
Ma jiyan wê daîm ta bê
Ev ne jîne bêhtir şîne
Kesê nabînê ew dîne
Mist û derba laş me more
Xwedî sebeb gelo kîne
Tahsin Aktaş
EV KOLANÊN CEMIDÎ
Cara tu çavên xwe veke
Li van kuçe û kolanan
Dilê min û te yeke
Neçe xewn û xeyalan
Tu rabe ji xewa şêrîn
Lê Gulbîna çîya yî
Bi wan hestên xwey zêrîn
Hîn bedewtir xwiya yî
Tu destê xwe bide min
Bi wê eşq û Kelecan
Lê dixe vî dilê min
Pir dikşîne êş û jan
Min ber bi xwe dikşîne
Wan çavên te yên zerî
Tov û toxim diçîne
Evîna te, Gulperî
Tu negre hizn û şînê
Ey rûgeşê Gulbînê
Ji tera bînim ziman
Çîroka Mem û Zînê
Ka tu xwe bixemilîne
Li paytexta vî dilî
Ezê te pêşwazî kim
Ji ter vekim şax û gulî
Kolanên vik û vala
Bêhna mirinê jê te
Nayê xewn û xeyala
Ew hezkirina bi sala
Eşq û evîn nayê kirîn
Dîlber çavên xwe veke
Dilê min bi êş û birîn
Birîna min û te yeke
Mehmet Reşeçelan
 
Ez kurdım
Ez gılidax geliye zilan botanım
Zagrosım çiyaye cudi sipanım
Xwudiye diroka hezar salan ım
Ez kurdım kurde walate xu me
Sılemaniye hewler şengalım
Kobane me ez bajare efrinım
Boyi welat azadiya xu dıxazın
Ez kurdım kurde axa welat ım
Şex sehid seyid rıza berzanım
Welate herd çar hela kurdame
Dewa doza welat ra dıl u canım
kurdım kurde rojawa rojhılatım
Ez kurdım kurde cızira botan
Herd çar heleme hemu neyarın
kurdım peşmerege me gerilen
Boyi mafexu dıgerım sere çiyan
Ez kurdım kurde serhedi me
Xwudiye hemu bajare gundime
Bi zımane dayike ezi xundime
Ez kurdım kurde welate xu me
Ez kurdım weki kurde ari me
Welatiye şex ehmede xane me
Feqiye teran melaye cızerime
Ez kurdım kurde serhedi me
Ez efrinım baxe zeytune u gula
Dengeki xewşe sewta wan bilbıla
Ber çiya zozana nawa hemu gula
Amedım ez pay texte hem u dila
Ez ceger xwinım ehmede bate
Çeme dıjle weki awa fırate
Awa şirine morıw dube hesrete
Ez kurdım kurde welate xume
Ez kurdım welate xu hezım
Boyi gelexu renga rast duxazım
Neyar bo walateme kulu merezın
Dest bıdın hev azadiyaxu buxazın
Ez kurdım kurde axa welate xume
 
 
 
 
 
 
عزالدین بابێ مێڤانى
        بوهار
لمن هــات وه رزێ بوهارێ‌
دێ جمـه دیــدارا یــــــارێ‌‌
دا ببینــم چـاڤ خــۆمـارێ‌‌
دێ بلا‌ بخێـر بێـت بـوهـار‌‌‌
بـوهارێ هه یڤـا سه یــرانێ‌
بجـانیـا سرۆشتـی و فیانێ
مـن ژڤانـه لگـه ل جوانـــێ
دێ بـلا بخـێر بێـت بوهــار‌‌
بـوهـار هـه یڤا ئـه فینـدارا
هـه یڤـاعـاشـق و دلــــدارا‌
سه یـران خــۆشن لبن دارا‌‌
دێ بـلا بخـێر بێـت بوهــار‌‌
کولیلکێن بوهارێ گه ش بون
دلـێ عاشقـان پێ خۆش بون
جانیـابـوهارێ بـڕه وش بـون
دێ بـلا بخێـر بێـت بوهــار‌
ئـه ی بـوهـارا نـووی کـه مـلی
دلبـه را مـن جـان خـه ملــــی
کـه تـه ده ستـێ من لفی ملی‌
دێ بـلا بخـێر بێـت بوهــار
مـن سه ماکـر گـه ل دلبـه رێ
چـاڤ تێـرنـه بون ژنـه زه رێ‌
جـۆم طه وافـاوه کی بــه رێ‌‌
دێ بـلا بخـێر‌ بێـت بوهــار‌
گـه ل ده نگ و ستران و سازا
سه ماکـر ڤـان گه رده ن قـازا
کـه تمه ده ستێ پـه ری نـــازا
دێ بـلا بخـێر بێـت بوهــار
بەحــری قەدشی
✦✦✦✦ دێ کەنگی هێی؟ ✦✦✦✦
بلبل هەمـــی چوون هێلینێ
…………… دلبــەر کــــــوبارا مــن نەهات
گــەهشتن خۆشیا وێ ژینێ
…………… دیسا ڤینــدارا مـــــــن نەهات
کا مـــەلەذاتێـن وێ ڤیــنێ
…………… طاما عــەشقا من هەر نەهات
کەو گەهشتن وێ چەرینێ
…………… شوخۆ شەنگا من قەد نەهات
٭٭٭٭٭
دێ وەرە دابـــــەس بناڵم
……………تۆ بوچ ڤەمای دێ کەنگی هێی؟
خەریبم بـــوتە بـێ حاڵم
…………… نوزانــــم تـــۆ دێ کەنگی هێی؟
بێی تە ئخسیرو عەبدالم
…………… کا بێـــژە مــن دێ کەنگی هێی؟
تە نەبینم بـــێ هـــەڤالم
…………… خــۆزی بزانم دێ کەنگـی هێی؟
٭٭٭٭٭
تەچاڤ ڕەنگێت گۆل بنەفشوك
…………… مەهـ و ساڵ چوون تو نەهاتی
عشقا بەلاتینکێن خشکوك
…………… دێ چـاڤ دە وان بوچ نەهاتی؟
ئەڤ چیروکە بۆ چیڤانوك
…………… گــەلەك دەنگ دا هــەر نەهاتی
وەرە پێــگڤە ببین کەڤۆك
…………… دا بەس بێــــژم بـــوی نەهاتی؟
نشوان باقر الزيبارى
هێلینا ئـــــەشــــقا مــــن هــەڕفت و خرابوو
ســــەر کـــێش و ســــەربــارا زەرییا خرابوو
ئــاخ ژ بــۆ وێ ئــەشــقا ئـەز تــێدا هارو دین
سەخمەراتیا یارێ من دست دان دونیاو دین
پشتی وێ دلـێ مـن بــۆ پارچە پارچە و کەر
ئەزمان و گوهێت مـن هوسا مـان لال و کەڕ
هەوار کۆ شاد نەبوین بحوکم ومەهرا مەلێ
نــەهـێلان ب گــەهین ئـــــەوا دلـــــێ مە لێ
دلـــبەرا لبــەر دلــــی نـــــاز و ڕنــــد و هەژی
بزۆری ل من دویر کر کـەسی ناخ نـە هەژی
ژییـان ل مـــن تێــکدا قـولپانـــد پشت و بەر
بــوهــارا سـۆرو زەر کـــر بــەسـتەک تژی بەر
ڕێـــــــــکا ئـــــەڤـــــینا مــــــە نشیڤیێت ڕکن
نـزانـــم بـوچـی ئـــەڤ بـــێ بەختە هۆ بڕکن
نزانــــم کـانــــێ تــــۆ دلبــــەر ئـــەز ب گۆری
نــــەیــــارا لژیــــنامــــە کــــرە گـــەڕ و گۆری
خـــەمـا چــاڤ کـــور کـــرن سپـی کــرن بری
هندی مــن تـۆ ڤییای دوو جار هند دویر بری
خۆشی ل ڤـێ ژینـێ مــە نـــە دیتن ئێک دان
دل بــۆن شـوڤ و بەیار بـێ گەنــم و بێ دان
دل هـاتـنە کـێلان گـــایـــا لـــێ کـــرن جووت
نەهێلان ئــەز و یار د گــەل ئێک ببین جووت
دارا ئــــــەڤـــــینا مـــــــە دبنـــــی ڕا وان بڕی
دڤێن هێش هــــەر بکــــەن تــــا بشکێتن بڕی
مخابن کــۆ کــەتین دەســت چـەپـەلێن گۆڕی
ئـــەفــینا مــــــە لدلــــی بــــۆ ئــاگـــر و گۆڕی
حەیــف کــۆ ل چـاڤێن مـــە زوها نابیت گری
مــە خــەم بــۆنــە کــەلـــەک گــر مەزنتر گری
کێ گوهـ ل چیرۆکامە بت دێ لێ هێن شاخ
خـەمێن کـۆ مـــە خـاری خـۆ لبەر ناگرن شاخ
خـەمـا لسەر دلـێ مـە ڤەدان خیڤەت و کوین
بـۆچــی نـەیارا لمە گـرتی یــە کــەرب و کوین
لەو ئـەڤـــرو کــارێ مــــە بۆیـــە نــالین و ئاخ
هـەر دێ کــەیـــن وبێژین تــا بمریــن ببین ئاخ
هـزار وەک مــن بدەردێ ئــەشـقێ هارو شێتن
چـارە بــەس خۆدێ یە کەسـەک دی نە شێتن
گـاڤـا یـار لمن دویــــر کـر شـــاهی بونە بەهی
بــوهـارا دلــێ مـــن بـێ خۆشی چوو و بەهی
ڕەنــگـێ ســـەر وسیما مـا پیت نەسۆر نەزەر
پشتـی وێ حــەرامــە ل مـن ئــەشـق و نەزەر
چ بکــەم بــەختو جارەک بـۆ تـە نەکەڤیت زار
جــارەک بڕویکێ یــارێ قەت شرین نـە بۆ زار
مـن ژی کــر ئـەشـقەکا گــەلـــەک پـاک و بژین
بـەلـــێ پـا نـە هێلا ئـــەم د گــــەل ئێــک بژین
زاڵما لمە گـرتــــن هــەمـــی ڕێــک هـەمــی دەر
کــول و خــەمــا لدلــی چــەوا دێ کـەیــنە دەر
ئــەگــــەر وە لدونــیایـــێ دل ب قــەهرا کێلان
گــەر مــرم بـۆ چـی یــە جانـــیا قــەبر و کێلان
حسنی عەلی رێکانی
دگەل من بە
وەرە خەمـــا تـۆ ب هێلـــــە
جـەرگ ودلا بەس ب کێلـــە
سینگێ بەیار، هشک وزوهـا
ب روندکــا تـــۆ نـــەشێلـــە
نـاڤ کوڤانا تــۆ دەرکـەڤــــە
یار دەستێ خۆ تۆ ب دەڤــە
بۆ وارێ خۆ تـۆ ڤـەگــــــەرە
دەر ڤەکریە یێ بەرهـەڤــــە
حەیفە بچن هەروە خوشی
رۆژ د بورن ڤـالا وبوشـــــی
پێلێن ژانــا هـەر ب لـەیــزن
ژ تەڤ دەردا نەبن هوشـــی
دگەل من بە هەمی دەمــــا
ب گـرنــژە بکـە ســەمـــــــا
دل هێلیـنە پـەنـاگـەهــــــە
ئەشـق رێـژە مینـا چـەمــــا
بهـار ژ نــوو ب کــەمـلـــــی
وەکـی گــولا ب خــەمـلـــی
عەترو خوناڤ ژێ ب بــارن
بلبـل خوینـم ژ ئــەولـــــــی
جانێ ها ئەو رۆژە هــەلات
ئەشقا تە یە تنـێ خــــەلات
مەمێ تەمە توی زینـا مـــن
وەرە ب بەین ژینەک ژێهات
 
Şîrîn Saado
Di van pêlên hestan de
Xaçirêkê hêviyan
Di şopînim
Û teşiya hatina te
Dirêsim
Di guldana dil de
Gulîlkên nîgarên te
Şevnemên ji bêhna te
Dilopînin
Dema tiliyên tenahiyê
Newazên giwînî
Di cerg û hinavan de
Dijenînin
Bi mehdera himbêza te
Fîdanên evînî
Dinixumînim
Û bi tîna Henasên te
Berfa bawan
Tê pişaftin
Û di cobarên
Dildariyê de di herike
Çiqas Li xwe digirim
Dema belav dibim
Xwe di bênayîa çeşimên
Te de di bînim
Û biskên kêfeke rêwî şeh dikim
Eve ahenga giyanan
Jiyaneke bê dawî
Di afirîne
Li asoyê dûrbûna bê çar ..!!
Tuncer Taştan
YAREK MİN HEYE
Yarek min heye;
Ew çar alîyê Cîhanê
Di nav zar û ziman de ye
Curekî wisa afirandî ye ku
Yêzdan’ê bê heval û bê hevpar…
Tune rû berê vê Cîhanê
Yarek wisa bê hempa…
Yarek min heye;
Giranbûhaya wê nayê hesab
Tu bêje û tu gotin hevok
Nikare yaram bîne ziman
Şeng û şepal e ew pakyar
Seranser qîmek av a zelal e
Li bejn û balê tev rengîn şemal e
Yarek min heye;
Dikişe jê avên bihuşt kewserê
Çiqas wexwim têr nabim jê
Ew evînek wusaye ku
Çiqas pê re bikim hevpeyvînê
Têr nabim bejn û dîdarê
Yarek min heye;
Nêrînên çav a jê têr nabim
Bêyî wê jîyan nizim neman e
Çêj bedewî ya yara min
Zar û ziman de destan e
Bi nav û deng Cîhanê belav bûye
Yarek min heye;
Ev can yek kêlî û yek hilm
Gava ku cananê dûr dikeve
Tebat nake dil û cerg
Evînek wisa jê girêdayî me
Dil û gîyan heşir tofan radibe
Naxwazim bijîm bêyî yarê
Dixwazim can bidim cananê
Yarek min heye;
Bi jîn a xwe warê bihuştê ye
Berdêl a wê nayê pîvan
Pir giran biha bejnê hêja ye
Hawirdor dorpêç neyar bendê ye
Diparêzim ji wek şêrek har şêtane
Min ji bona yarê hezaran car a xwîn daye
Yarek min heye;
Hezar sale di bin zordarîyê de maye
Diparêze rûmet a xwe ji wek şêr a
Hember gur çeqel keftar a
Xwîn a sor diherikînim
Bi tu car nadim yar a gewre.
Berdêl a yarê xwîn rijand hezaran car
Can daye min yar a xwe neda ye
Berxwedanek bê hempa parastî ye
Yara’m gelek bi rûmet hêja ye
Hember dijmin qehremanî ber xwe daye
Nav û deng Cîhanê belav bûye
Yarek min heye;
Êş xemê pênusa min ewe
Xewn û xeyalê jîyan a min ewe
Hebûn a wê hebûn a min e
Bêyî wê jîyan min neman e
Ew yar Welatê Kurdistan e
Hemîd Xanoserî
DINYA BÊBEXT Û XAYÎNE
Ma ne eybe ma ne şerme
J,dinya bêbext nayê denge
Lime didin têne serme
Ev çi wahşet ev zilme
Zalim têr nabin ji xwînê
Heroj diroj bi civîn ê
Ne jibona sekna xwînê
Jibona pir bikin şîn ê
Kes tuneye em bêjin wan
Êdî bese ev zilma wan
Ew jî bune mîna sedam
Têr nabin j,kuştina kurdan
Ez bang dikim Rebbê jorîn
Bi hezaran sal me buhrîn
Em tim dikin qêrîn carîn
Qey ême ne canê şêrîn
Êdî nema sebr û hedan
Ne li bajar ne li gundan
Ser serê me gule baran
Nasekinin b,roj û mehan
Heya hebin em bernadin
Em kulmek axa xwe nadin
Ger ferman û tofan rabin
Dîsa dîsa em wê nadin
Nadin nadin em wê nadin
Em axa xwe j,dest bernadin
Emê zend û benda badin
Em nahêlin ew pê şabin
Halima can kobani
HÊLÎNA WÊRAN
Çendî min xwest
Ez bibim xwedî hêlîn
Xwedî malbat û zarok
Ez bibim dayîk
Weke hemî dayîkan
Lê felek li gel min
Tim xayîn bû
Ez ne hiştim bi tenê
Li gel min bû herdem
Ez bê war bûm
Û bê malbat bûm
Bi hesreta rojek bedew
Û Ciwan bûm
Herdem bext reş û
Mal wêran bûm
Ez tim şivana xwen
Û xeyala búm
Nêçirvana bextewriyê bûm
Herdem li du wan dibeziyam
Lê mixabin
Min nikaribû ew bigirtana
Min hemû hesretên xwe
Bi dara hêviyan de girêdan
Bi dara xweziyan de girêdabn
Lê mixabin ew xwen
Hemî wêran bûn
Êş û azerên min bê dawî bûn
Çendî min xwest
Ez weke hemî dayîkan
Bibim xwedî mal û malbat
Çendî min xwest
Bibim xwedî hêlîn û zarok
Ez avakim hêlînek
Di dema buharê de
Û jiyana bêkesî xilas bim
Weke hemî jinên cîhanê bijîm
Lê hezar mixabin
Buhara emrê min vala çû
Bextewrî û xweşî ji ber min
Reviyan nema ez wan bigirim
payîz li pêşiya min herdem
Xwiya di bû
نه‌زیر چه‌مباهیڤى
بزڤڕە ڤە
بزڤڕەڤە نێ جەرگ ودل سوتن
ئێک کریار باشترە ژ سەد گوتن
ھەتا کەنگێ دوز دێ ئێتە دوتن
* * * *
بزڤڕە ناڤمالێ؟ ئەی پارچا کێم
دا زور ب تە بێژم بەس نەشێم
ھاتناتە جوان دکت بەژن و دێم
* * * *
بزڤڕە، بێژە یێن شولەژێ بەسە
باوەری نەما؟ ب گوتن و قەسە
ھەتا کەنگێ دێ فێر بن دەرسە
* * * *
بزڤڕە ڤە دل و قودسا شەھیدا
ساخ کە ژان و برینێن د دلی دا
گرنژینێ ڤەگەرینە دلێ عەگیدا
* * * *
بزڤڕە ڤە ھەبوونا تە بو مە دوز
سەرێ دەستکەفتان؟، تو پیروز
بو نە قوربان ب ھزاران دلسوز
* * * *
بزڤڕە و سلاڤ کە بیکا ڕوژئاڤا
دا ئەو ژی ڤەبت ژ قەید و داڤا
ئێکرێزی؟ دشێ لمە ڤەکە چاڤا
ئه‌نوه‌ر دوله‌مه‌ری
كانیا به‌ختێ من

کانیا بەختێ مـن نــزا بــــۆ نازێت ل ڤـــــێ ژیــانێ
ئـەز دێدەمـەتـە ئــەگـەر تـە بـڤێت ڤێ ڕوحێ جانێ
دا هەر ببێژن کوو یێ بو یە شێت خەلکێ جـیهانێ
کەس نەشێتن قەت بکەتـن کـرێت ژ مـــن ڤــیـانـێ
دلــێ مـن تـنێ بــۆ تـە ســەرایــە ل تـە مــوبـارەک
بۆ وەسلـەتا تـە من قەت نەمایە سەبر وهەدارەک
بـەس دیـدارا تـە بـۆ مـن دەوایــە کافیــــە جارەک
سـۆتـم دێ بێـژە تـە بــۆ نـەدایـە یـارێ قــەرارەک
ئاڤـریـەکـێ تــوو دێ ل من ڤـەدە ب وا ڕەش چاڤـا
ئەڤ ڕێکە هەر یا پـڕ پیس و بەدە لــەو دکـەم لاڤا
ئـاگــری فــــیراقێ ل من بەرنــەدە توو هـەمی گاڤا
ئـازارا ئــــەشقا تە یا بــێ حـــەدە دنــاڤ هــنــاڤــا
دێ وەرە بێ تـە نـزا دێ چــکــەم ئـاخ ل ڤـێ ژینێ
مرم هـندی ئـەز بـۆ تە هەر  بکەم شـیـن و گرینـێ
هـەر چارەکا کـوو بێ تە ئەز دکەم ل ڤــێ بــرینــێ
نـەشێم ڕاگرم ب تنـێ موحکـــەم نـــەزیـفـا خوینێ

………………………………
ئه‌نوه‌ر دوله‌مه‌ری
نــزا ژ کـیڤــە دەسـت پێکەم دلێ مـــن یـــێ پـڕ خـەمە
کــــول و ژانا دێ چ لێکـــەم چ لێ هات ئەڤ سەردەمە
جهەک نەمایــە کـــوو تێکەم گەلەک یێ بــێ چـــارەمـە
ڤێ پەیـامــێ بــۆ کێ ڕێکەم ئەرێ کی پـــێ مـــولزەمە
تــا کـەی ڕاکــەم ئەز ڤـی باری نـەشێم هـەر خـۆ ڕاگرم
دێ بەحس کـــەم ژ نـــاچـاری چونکی زۆر یێ دل پـڕم
بەس ب سـۆژن ئــەڤــی واری وە ئــــەز ب کــولا بــرم
ئاریشە قەت ب خــەم ســاری چــارە نابـــن ئــەز مـرم
مــەیلـی جـارا مـن نـــەمـایـە بــێ هـێـز و پیــر و کالم
مــن نـە ڕێــز و نــە بـوهــایـە وەک تەیرەکێ بـــێ بالم
ئــەو چ دەردو ئێـش و تـــایـە چـــمــا هنـــدە ب نــالم
هیڤیـیا مـــن بــــەس دەوایـە هــەژارەکـێ بـــێ حـالم
ژ مێــژەیـــە د جـــەنگـم ئـەز بۆ ڤێ ئاخێ و پەرچەمێ
هندی بێژی چــەلــــەنگم ئەز جـان ژی بـڤێـت دێدەمێ
لێ نە ئێک ناڤ و دەنگم ئەز ئاخـر چــــەوا دێـگـــەمێ
لەوڕا هەریێ بێ سەنگم ئەز دنـاڤ ئـەڤێ عـــالــــەمێ      
محمد بابێ نیگارى
عــەمــرێ تــە ژ چـلێ بوری
لـێ تـو هــەر فـەنـەرو نوری
دێ مـیـنـم ئەز ل هیڤیـا تـە
بـلا بــۆ تـــە ب بــم گــــۆری
چ قــامــەت و بـەژن و بـالە
تــە حـــەلانــدم هنـدە سالە
ژبــەر عــەشــق و ئـەڤیـناتە
نــە مــن مــالـە نە من حـالە
نــزا هـەیـڤی یان ژی ڕۆژی
دناڤ گـولا هــەر بشکـوژی
هــەر گــاڤــا ئـەز تە دبیـنم
وەک ئــاگـــری من دسـۆژی
کــوشتــم ب هونەرو فەنێ
وان دەق و خالێن گەردەنێ
هو خـەلکینــۆ بەختێ وەدا
جهـێ ئـەو لێ مـن ب بەنێ
………………………….
محمد بابێ نیگارى
خوزی یارێ بڤی ڕەنگی من تونەدیت بای
ئەگــەر چـیە یارێ هــوسا مــەلیل و دامای
حەیفا چاڤێن ڕەشوبەلەک وا ڕوکێن سوڕگول
میـنا گــولـــەکــا چــرمـسی بەللـک لـێ وەریای
ئەو چ خەملا ڕەشە یارێ تەخۆ داپـوشی
تە چما ژخو ڕەڤاندن تەف کەیف و خوشی
بـوچــی یــارێ یا غــەمــباری هـو مایە بێزار
وەک بــلــبلێ زینــدان کــری یــا مەنـدەهوشی
چـما ناکـەنـی و گـڕنژی ژتـە ناهــێ دەنگ
ئەوی دێـمێ نازکو ڕنــد لێ نــەمــایە ڕەنگ
چ دلە هــوسا شکــەستی دەست ژخـو بەردای
نەمـا خەمل و ڕەوشا جارا بەژنا شـوخ و شەنگ
ڕابە سەر خـو یارا شـرین نەمــینە غەمگــین
خـــەما نەخــو یا نێــزیک بوی بوهارا ڕەنگـین
ئەو کـــەیف و حــەنەکــێن جارا بیــنە بیرا خو
حــەیــفە زیــکا ب چـرمسیت ئەو دێمێ بەفرین
Dilan Maku.
TU HATÎ,
Tu hatî , mîna teyîrê baz,
Awir da min bi hest û naz,
Tîrêjê royê vedan dılê min,
Evîn germ bû,aqil bû Şanaz,
Bûm şêwirmendê dil naz
Mîna çûk û Bilbilê sahara
Bi heft renga dilorînim awaz
Tu bibî zava,ez bibim serfiraz,
Tu hatî , bi heyîbet û raz
Te dılê min kir bext û miraz
Ez kêfa didime perivaz
Warê em herin bajêrê seqiz
Bîr û bawerîya min zelale ,
Doza evîna mın pir helale ,
Gul sosinê arê xwêre dinale,
Tu şad be,ezê serfiraz bim,
 
Hinara Tajdîn
HESTÊN KESIRÎ
Gidîyo,ez pirî zêrîyam,
Şev û roja te gerîyam,
Ji ber bayê berbangê
Mîna pelekî werîyam,
Ji birînê xwîn dikşe,
Dora min derd û êşe,
Li ber zext û azaran
Hestên dilê min dêşe,
Jî ber ewan hêsira,
Xem,xeyal û kesera,
Ala me sor naheje
Xwîn pêl dide dirije,
Ne mizgîn,ne heware,
Dilê min dikizire,
Dil, ceger dikelije
Hestên min dikesire,
Gerdûn li me dinhêre,
Berê xwe mê dughêre,
Bi kelecan û bi hêrs
Hêsir jorda dibare,
Nava berrî, gêdûka,
Orînîya hirç, kutika,
Dijmin denga natirsin
Bê xem didin lotika,
Were, tu min bigere
Zenda min zer bigire,
Pê destarê dilê xwe
Çawa pêxûn bihêre,
Hicûmke bi xencera,
Tîr, kewanên qecera,
Sîng û bera dorpêçke
Ça kar xezal û yara,
Bejn bilinda rûb xêlî,
Te hevand hezar dilî,
Hiş û aqil min revand
Tera ez bûm erd, xalî,
Fistanê tey gul,gulî,
Ber royê dimilmilî,
Dev,lêvên min terikîn
Kanîya zelal, fadilî.
Fatima Ehmed
CIHÊ BAV Û KALAN
Kerkuk warê Kurdan e
Dinya alem dizan e
Cihê bav û kalan e
Berxwedan tim jiyan e
Bi xwîna xwe avdan e
Bi hezaran can dane
Mal û milk û sîwan e
Ji gel ra niştiman e
Ka Kawayê Hesinkar
Derxine Dehakê har
Mêrxas û jinxasên me
Li hev bibin alîkar
Destan bidin destên hev
Bişuxlin bi roj û şev
Bi têkoşîneke xurt
Hildin jor ala netew
Kerkuka me şîrîn e
Li ser bilbil dixwîne
Zû va dest neyar da ye
Ji bo wê dil birîn e
Kerkuk gula Ehmedî
Nahêle wê bêxwedî
Dildarê gula xwe ye
Mîna beg û efendî

seyrana celad

BENDA TE ME
Navê te ser ziman ê min,
Bûyî fikir raman ê min,
Benda te me sal û zeman,
Carek bibe mêvan ê min.
Maçke sûrtê xemzelê sor,
Lêvên kaxêt mijmijkî mor,
Niqo be nav sîng û ber a,
Bêhnke bisk û kezî û por.
Evîna te dû derman e,
Melhem dike dil û cane,
Dûr dixe ji kul û xeman,
Dide jînê, eşq gumane.
Min ne roj e, ne jî şev e,
Ji min revî şîrîn xew e,
Bûyî leheng ê xeyalan,
Kîngê şabin em biheve.
Hezkiryê min kaw û kubar,
Min ra daye soz û qirar,
Destê girtî ew bernade,
Wêran nake ruhêm tucar.

زوهێر كوره‌ماركى
شەڤ
شەڤە و ژ خەریبیێن تەدا
نەشێم بنڤم
سەرێ خوە ددانمە سەر بالیفکێ
وێنە و خەیالێن تە بالاخوە ژمن ڤەناکەن
ل ھنداڤ سەرێ من دزڤرن و
چەرخا ڤەددەن و تە نابینم
لێ گەلەکێ خەریبم
پەنجەرا ژوورا خوە ڤەدکەم
دبێژم بەلکی دەنگێ تە
بھێتە گوھێن من
بێژیتە من تو چەندێ خەریب بوی ؟
ئەز پترا ژتە خەریبم !
لێ ئەز دزانم
تویێ ل سەر جھێ خو پالدای و رازای
وەلێ ئەزا نەساخ و بریندارم
برینێن من گەلەک دکوورن
دبێ دەرمان و دبێ تەبیبن
من و شەڤێ شەرەنیخە
ئەز نەشێمێ و ئەو ژی نەشێتە من،
جار دەست دھاڤێژمە سازا خوە
سترانێن خەمگین دلۆرینم
جار ژی ب دۆدکا خوە
ئاوازێن مەلوول دژەنم
ھەوار چەند شەڤەکا درێژە ؟
وەلێ گەیف و خەیالاتە
خۆشیەکێ ئارامیەکێ دبەخشیتە من
ئەز ھزردکەم
ئەڤ تبلێن من
یێن دناف پرچاتەدا سەمایێ دکەن
دوو کەزی بوتە یێن ڤەھاندین
دێ کەزیێن دی ژی ڤەھینم
ھەر چار کەزیا ب قردێلەکا سۆرڤە گرێدەم
دێ کەمە ئێک و دبەژناتەدا
ئینمە خار
ب ڤان ھزرو خەیالاڤە یێ مژوولم
تەماشە دکەم
یا بویە سپێدە
نە ئەو سویکە و نە ئەو بازار !
من گوت خۆزی راستیبا !
ئەرێ خۆزی راستیبا ؟

سربست بوتي 
..راستی بێژبن..
ژ پەیامێن نەراست دیرکەڤن گەل ب ڤان گوتنا ئێشا          چ دەست کەفت بدەست ناکەڤن گەلی بەرپرس و سەرکێشا جەماوەر ژڤان گوتنا درەڤن شکەست دلێ زەحمەت کێشا ژ رێکا راست دەرنەکەڤن دا بشێن چارەکەن ئارێشا پاساو ئینان بهزرێن کەڤن دێ چینە رێزا دەروێشا برینا دلا بکەڤن دا دەرمان کەن دەرد و ئێشا دوژمن دئامادە و بەرهەڤن وانا شیر ژکاڤلانی کێشا  کورد بخوژی دوژمنێن هەڤن ڤێ کەرب و کینێ ڤەکێشا نەمە روژن نەمە شەڤن ژخەمادا سەرێ مە ئێشا خەلکێ ژگوڤەندێ دەرەڤن مەلاقا سەرچەمک کێشا

مسته‌فا ره‌سول
مەتەلی پشیلە منداڵان میاو میـاو
تیــــــنوومـــە بــــۆ هەنـدێ ئاو
حـــــەزم لـــە هێلکەو گۆشتـــە
بمـــدەرێ گــــــەر لــە لاتــــــە
حـــــەز دەکـــــەم بکـــەم یـاری
بــــــارانــــــە گــــەر نـــەبـاری
گیــــانــــداری دەشـــت و دەرم
بێـــچووی خــــۆم بۆ کوێ بەرم
مێـــــوانــــی گشــــت مـــــاڵانم
چـــــاوەرێــــــی منــــــــداڵانـــم
دەمـــــناســـن کــە مــن کـــێمە؟
چــــــاوشـــینی وردیـــلـــەمــــە

بوهار به‌رزنجی
ب شەڤێ دقولاچێن باژێری دا ب جاڤێن تژی روندک ژغەريبی يا تە ل تە دگەرم ، ب شەڤێ ژی دخەونێت خودا ئەشقاتە شلوڤەدکم خوزی گوتنێن دلی بێ سنوربان بێ شەرم بان بێ ترس بان ل وەلاتێ من دامن بدلێ خو ئەڤينا مە شلوڤەکربا دا هەر گوتنەکا مە من کربا هەلبەست ئەرێ ماتو غەريب نە بی دە ما ل بوهارا لناڤ گولا دنڤستين ل پاييزا بابەليسکا ئە درەڤاندين ل شکەفتا دئارامبين ل زڤستانێ گەرما ئاگرێ دارا ئەم هەمبێز دکرين ئێڤاريێن من وەکی سپێدەهی يانن وروژو شەڤ وەک هەڤن خوزيا ل بارانێ دخازم گولاڤاتە جاردی ل من باری با وداڤ داڤ برجا من شيشتبا بسەر سينگێ تە بەردابا وکەلا غەريبی ياتە من شکاندبا ژبێهنا بارانا بوهارێ من گولاڤەک جێکربا ول بەژاتە رەشاندبا..!!
Ayhan Demir
Berxwe Didin
Em ketine şerê dijwar
Hatin ser me hemû gemar
Zalim Dehaq xwîna me xar
Jinxas, mêrxas berxwe didin
Hember neyar rabûn ser ling
Dayîk û bav, şêr û piling
Dest çek û rext, top û tifing
Bi çakûç, das berxwe didin
Deşt û zozan baxçe û bax
Mirî zîndî, nexwaş û sax
Gund û bajar, kolan û tax
Tezî û pêxas berxwe didin
Def û zirne, tembûr û saz
Çûk û bilbil quling û qaz
Kar û xezal, sîmir û baz
Kewên ribat berxwe didin
Rom û faris çeqel keftar
Îro hember wan gurê har
Zarok, sêwî, feqîr û jar
Tena kiras berxwe didin
Xemgînin dayîk bavê me
Xwîn rokir bûk û zavê me
Dinê belav bû navê me
Nas û nenas berxwe didin
Berxwe didin lawê bava
Şer giran e li Rojava
Neyarê tev bikin lava
Bi dilê xas berxwe didin
Mela Bedirxan
ŞEVÊ DÎ HAT XEWNA MIN!
Xewroşkê, ya bedew
şevê dî hat xewna min
Tu ji xulamekî wekî
min qels çi dixwazî?
Tu pîrozî ku te xwe
daye vê axê, vê xakê.
Em bi lehengiya we
mezin bûn, xewroşkê
yên ku te dibînin, û te
nabînin, ew bi bayê te
hatin girtin, we tovekî
wiha di dilan de çand,
tu carî ji van dilan der
nabe, tov bi mezinahî
dest pê kir, ji hemûyan
re azadî dihat gotin.
Ey xewroşkê tu ji bona
zarokên vê xakê çîrokî
ji bo mezinan xewroşkî
Çûyîna te jî birînên wisa
kûr di laşan de hiştî ye
xewroşkê, xewroşkê
Dayika Raman
Ew sorgula li ber derî
Rûnişt û kûr di fikkirî
Dimalişt hêsirê çavan
Rondik ji çavan difirî
Min jê pirsî wa cîranê
Sorgula bax û bexçanê
Kê te xist vî halê hanê
Mal kirî weke zindanê
Got sebra dilêmin barkir
Hestê dilê min wêrankir
Evîna min li ber bakir
Dilê min bê cî û warkir
Bûm tilûrekî bê hêlîn
Bûme wekî teyrê Giwîn
Rondik ji çavan têne xwîn
Îdî nema çav xweş dibîn
Bê bexto ez hiştim û çû
Hiştî li pey xwe ar û dû
Bi wî jiyana min hebû
Bê wî dilê min perçebû
Xweska Evînî tunneba
Û dil di sîngê de neba
Merov neba mîna teba
Û hest û dil perçe neba
Dilan Maku
DENGÊ DIL!
Dixilxilî dılê min da
,Kesî nakim siwala
,Mam hêvîya xeyala
,Napirsim hal ehval a,
Dûrî minî dem dibûre ,
Tênê xwar rondikê hûre,
Vala diçe û emir pêre ,
Napirsim hal û ehval a,
Tû disa ketî bîra min ,
Penceşêr dibe halê min,
Tu nabhîzî, ka çi bêjim,
Napirsim hal û ehval a,
Bo min hesretek kûrî ,
Xebat didim bi çev kurî ,
Namê dişînim bi rêya dûrî
Dîdar bibe tu,tu dengê dılî,
Gas te dikim , êyî bilbil ,
Min çandîye dar û gul,
Mizgînê bide Dildara ,
Warê bixûne dengê dil,
Bibe bêhna gul-gulava,
Bigere nava dıl hinava,
Dest bide morî mircana
Bibihîze dengê dılê min,
كاژین یوسف دوسكى

دەنگەکێ دهێت وە گوهلێ هەیە ؟!!!

جیهان یا دهەژیت …

لدور خو بزڤرن بزانن ئەو چیە

ئەز بێژم ل جادەیێن وەڵاتێ من …

جارەکا دی خوینا گەنجان یا د رژیت

دەنگێ کوردینیێ … دهەمبێزا ماکا وێدا یا بلند دبیت

دلێ وێ یێ بریندارە …

جارەکا دی لێ ناڵین وهەوارە

هووو مامو باش بکە هەوار…

هێزا دەنگێ مە ژی دگەل یێ تەیە

بەلکی ئێک بهێت …

وخو ژکوردێن بێ خودان را بکەت یار

بەس دلێ ڤان دایکان بسوژیت …

وبمینن بو جەگەرا خو بەندەوار

Kurdiye Irgat
Delala bisk badayî
Rû geş wekê gula yî
Va çend roje bang dikim
Gelo tu kûr raza yî
Hatim ji rêka dûr e
Hesret birîna kûr e
Dermanê dilêm tu yî
Rabe rexê min rûne
Rindika nava gund î
Tu li vir î ne li hind î
Carek were bibînim
Ronî bide wek find î
Roniya tariyam tu yî
Hêyiva şevam tu yî
Carek were xewna min
Kul û keserêm tu yî
 
شڤان مصطفی عبدالرحمن
ئاگرێ عەشقێ
ژ گەرما عەشــــقاتە، دل سـۆت و کۆزری
جەرگ وهناڤ پڕ بوون ژ پەلێــــن ئاگری
دەردێ من گرانە ، خۆ ل بــــــــــەر ناگرم
شـەڤ و ڕۆژا د نالم نە ســــاخ و نە مری
ڕەوشـا من خڕابە ،یا ســــەخت و دژوارە
مەلیـل و بێـــــــزارم نەخۆش و بێ چارە
عەشقێ ئەز هنگافتم ڕح ژجانێ من بــــر
ئەز گەلەک دئێشــم من گـازی و هـەوارە
شـوینا ڕۆنـــــدکا تە خویـــن ژچاڤا ئیـــنا
سـەودا ســەرکرم ئەز برمە ڕێــــــــزا دینا
کەســـــەر و خەمێت من ناهێنە هژمارتن
دل ماکـا ئێـــــشایە و کانی یا بریــــــــــنا
ئەڤە چ دۆزەخە ، هو ب تێـــهن و گەرم؟
نزانم دێ چ کەم ؟ بخۆ کیـــــــڤە هەڕم ؟
ما تۆ پڕسـیار ناکەی ئەز د چ حال دامە ؟
ژبەر ئەڤیــــــــــــناتە ئەزێ بوویـمە تەڕم
 
مەردان هەرنی
(نەخشێ وەڵاتێ من گۆڕی )
“””””””””””””””””””””””””””””””””””
سـتــەمڪار و داگــیــرڪـەرا
دۆر پێچ ڪـرین ل ژێـر و ژۆر
ویـــژدان گورگ و بێ خەبـەرا
نینن چ سۆز ئەون خوین خۆر
هـــاتـن ب خـورتی و ب زۆری
نــــــەخـشـێ وەڵاتێ مـن گۆڕی
ڪـێـل چـەقـــانـــدن ل سنۆری
دیف حـەزێــن خۆ دانان سنۆر
ئەڤ خـاکا پـڕ پیت و گەوهەر
هەمی ئـەلـمــــاس و زێـڕێ زەر
دوژمـنــا پـێ خـۆ دەیـنـا ســەر
ل باڪــــــۆری هـەتـا بـاشـــۆر
ژیـنـا ژێـر دەست ئێش و دەردە
نـــــــەیـار و خـاڪا مە بــــەردە
جـھـێ تـە نـیـنـە ئـەڤ عـــەردە
دێ بـۆ تـە ڪەینە قـەبـر و گـۆڕ
ئوسامة سليفانى

ئالزیم دناڤ ڤینا تە دا

ئالزیم دناڤ هیڤییێن خوە دا

ئالزیم دناڤا شەڤێن خوە دا

بتنێ مام ب خەیالان ب تەڕا

دگەهشتم د ڕوژێ دا

د بەرزەدبی ل من

ل تە دگەریام ل واران

چ جهێ دچمێ دبینم

چ زەرییەک د ڤەدجنقم

ب وەک یێن تە

لێ نە چ کەس مینا جانیا تە

ناچت د دلی دا

چ کەس وەک تە

نێ تە ب دەست کرە

د دلێ من دا ڤینا خوە

ب دەرزیا کر د دەمارێن دلی دا

دناڤ دلی دا مای ئالزی

دناڤ مێشکی ئالوزتر ناهەلوەشت ئەو ئالزین

نە ب دلی و نە ب مێشکی

له‌زگین گراڤى
(( هشــکـە ڪــانی ))
بەلێ بو جەند ل بەندا تە مام
سیهـ سال و سێ بونە تەمام
لوی دەمێ کو ئەز تولاز
ئیروکە بومە خال و مام
جارەک تنێ تو ناپرسی
ما قەی ژخودێ تو ناترسی
سڕۆ سەقەم پڕ دەردو غەم
جاران تێهنیمە جار برسی
ژیێ دەهـ سال پشتی چلێ
ئانکو پێنجی سال جان گولێ
نینە همبێز ئەزمام بێ هێز
دەست نا گەهن وێ پاخلێ
خەلوا ژ دوور خاین فەلەک
تیرێن دژوان ژجاڤێن بەلەک
بارین ل دل ل سینگ و مل
لەو بئێشم ئیڕۆ گەلەک
ڕاست عاشقێ دەردێ مەستم
هێشتا ئەو ژارێ بن دەستم
هێش بێ زارم بریندارم
دسەر پیان نا ڕاوەستم
دۆزۆ ئاوات بیرو باوەر
وێرەکی یا جەرگێ بزەڤەر
قەیدو زنجیر گرتی و ئێخسیر
ئیڕۆ تەڤ بون قەزاو قەدەر
 
ژیێ دوو پێنج پشتی جلان
پشتی ئەیلولێ هات گولان
مال وێرانی هشکە کانی
قەبرێ من بدەستێ من کولان
صبری زێبارى
ژمن هندا بی پەری

یا من گەلەک حەژێکری

نەمایە ئەو یا بری

نزانم ڤین یا جاوایە

ئەز کوشتم دل یێ مری

……………………

لێ جبکەم قەدە را منە

خودێ بو من حەسکری

هندی د مینم هو دبینم

تو بزانی دێ گری

……………….

یا من نیڤا دلی جاندی

لبەک بو ویشیێ تری

شەڤ و روژا زێرەڤانم

نیشکە کێڤە ئەو فری

………………….

ئەژی بومە دارا سو تی

ژ من نا جیتن گوری

هەتا کەنگی دێ هو مینم

ئەڤین دارێ دل مری

……………………

ئەو کانیکا بێ ئاڤ و دار

من ب روندکا پر کری

دیارە بێبەختی هەی فەلەک

لەوما تە هو لمن کری

Scroll to Top